Di serdegirtinên malan yên li ser taxa Ehmedê Xanî ya navçeya Bazîda Agiriyê de girtin û 6 kes binçavkirin, 5 kesên derxistine dadgehê hatin girtin.
Li Taxa Ehmedê Xanî ya navçeya Bazîdê di 18’ê Tebaxê de di ser malan de girtin û di encam de 8 kes hatibûn binçavkirin, 2 ji wana li Emniyetê hatibûn berdan, 6 din jî piştî karûbarên wan yên li emniyetê xilas bûn ewqî dozgeriyê kiribûn. Ji 6 kesên îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin Makbûle Karpût serbest hate berdan, Salih Ozer, Harûn Alkan, Mûsa Karpût, Hakan Tûnç û Karog Yasîn jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar kirin.
Şandeya dadgehê 5 kes bi sûcdarkirina “Endamên rêxistinên ne” û “Li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê.