Li Başûrê Kurdistanê wê qanûna serokatiyê bê nirxandin
Parlamenta Başûrê Kurdistanê, ji bo nirxandina qanûna li ser serokatiya herêmê wê roja Çarşemê bi awayekî awarte bicive.
Parlamenta Başûrê Kurdistanê, ji bo nirxandina qanûna li ser serokatiya herêmê wê roja Çarşemê bi awayekî awarte bicive.
Di daxuyaniya Serokatiya Parlamenta Kurdistanê ya li ser mijarê de hat ragihandin ku di rûniştina taybet a roja Çarşemê ya saet 10:00 de, wê xala qanûna li ser hilbijartina serokatiya herêmê were nirxandin û ji nû ve bê sererastkirin. Di daxuyaniyê de bang li hemû wekîlan hat kirin ku beşdarî rûniştinê bibin.
Ji bo parlament karibe bi rojeva taybet rûniştineke fermî pêk bîne, ji 111 parlamenteran divê herî kêm 56 parlamenter amade bin.
Piştî daxuyaniya serokatiya parlamentê li ser navê PDK'ê daxuyanî hat dayîn û hat ragihandin lidarxistina civîneke bi vî rengî ji aliyê Alîkarê Serokê Parlamentê û Parlamenterê PDK'e Cafer Emînkî, li dijî qanûnan e. Emînkî diyar kir ku divê pirsgirêkên ji ber hilbijartina serokatiyê, bi lihevkirina navbera partiyan were çareserkirin.
LI DIJ SEROKATIYA BARZANÎ TÊ DERKETIN
Di hilbijartinên 20'ê Tebaxê yên ji bo serokatiya herêma federe ya Kurdistanê de PDK dixwaze Mesûd Barzanî ji nû ve bike serok. Lê belê YNK, Tevgera Goran, Komala Îslamî yên li parlamentê komên xwe hene, li dij derdikevin. Tevî ku ji hilbijartinê re bi tenê 2 roj mane jî hînê ne diyar e ku hilbijartin wê were kirin an na, yan jî wê alî ji pirsgirêkê re çareseriyeke çawa bibînin.