Li Başûrê Kurdistanê kêf û coşa cejnê nîne
Welatiyên Başûrê Kurdistanê dibêjin, ku ji ber krîza siyasî û aborî û koçberiya bi deh hezaran mirovan a di demên dawî de ji Başûrê Kurdistanê hat kirin, ew Cejna Qurbanê ya îsal bi xemgînî pêşwazî dikin.
Welatiyên Başûrê Kurdistanê dibêjin, ku ji ber krîza siyasî û aborî û koçberiya bi deh hezaran mirovan a di demên dawî de ji Başûrê Kurdistanê hat kirin, ew Cejna Qurbanê ya îsal bi xemgînî pêşwazî dikin.
Welatiyan dan xuyakirin ku rewşa nediyar a siyasî û aborî bandorê li her aliyê jiyanê dike û gotin, "Ji ber van hemûyan, hûn bixwazin jî hûn ê nikaribin cejnê di nava kêf û şahiyê de pîroz bikin."
Welatiyên Başûrê Kurdistanê, der barê cejnê de hestên xwe ji ANF'ê re vegotin.
Welatiyê bi navê Sîrwan diyar kir ku gelê li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên cidî hene û got, "Pêwîste hikûmeta herêmê bi lezgînî van pirsgirêkan çareser bike."
Sîrwan wiha axivî: "Di navbera cejna îsal û yên bihurî de cudahiyeke mezin heye. Li Başûrê Kurdistanê krîzeke siyasî heye. Ev krîz rê li ber pirsgirêkan vedike. Bazar jî dikeve bin bandora vê krîzê. Mîna berê mirov nikarin ji sûkê pêwîstiyên xwe bikirin. Pirsgirêka avê, elektrîkê heye, heqdestên mirovan nayên dayîn, bên dayîn jî gelekî bi derengî tên dayîn. Berpirsyarê van hemûyan hikûmet e. Hikûmet polîtîkayên ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê nameşîne. Bi pirsgirêkên civakê re eleqedar nabe."
BI JI NEDÎTÎ HATINÊ RE PIRSGIRÊK ÇARESER NABE
Welatiya bi navê Beyan da xuyakirin ku şerê li Kurdistanê û polîtîkayên şaş ên rêveberiya Başûrê Kurdistanê gelekî tesîrê li civakê dikin û got, "Li Kurdistanê şer diqewime, gefa DAIŞ'ê heye, her wiha êrîşên hêzên din ên li hemberî gelê Kurd didomin. Mîna ku berpirsyar nîne helwest tê nîşandan. Lê belê divê bê zanîn ku ji nedîtî hatin bi tenê pirsgirêkan mezintir dike. Nikare pirsgirêkan çareser bike. Lewma divê her kes bi berpirsyarî rabe."
CEJNA KRÎZAN
Ferman Abdullah got, "Krîzên heyî û reva ciwanên me ber bi derveyî welat ve, di nava gel de ti kêf û coşa cejnê nehiştin. Mixabin em nikarin vê cejnê weke cejnên din pêşwazî bikin. Ev cejn bû cejna krîzan. Ji ber ku krîzên heyî yên li Kurdistanê nahêle ku civak cejnê bi coş pîroz bike. Krîza heyî ya aboriyê, nedana heqdestan, civak bêzar kirine. Bêkarî heye û ev bêkarî dibe sedem ku mirov berê xwe bidin derve û koç bikin. Pêwîste hikûmet bi lezgînî van pirsgirêkan çareser bike."