Li Başûrê Kurdistanê bîranînên Enfalê

Şehîdên Enfalê yên ku di sala 1987-88’an de ji aliyê rejîma Baas a Sedam ve hatin qetilkirin di 27. Salvegera xwe de li Hewlêrê hat bi bîranîn. Navçeya Çemçemal jî ji bo Enfala di encama wê de herî kêm 280 hezar Kurd têde hatin qetilkirin bû paytext.

Şehîdên Enfalê yên ku di sala 1987-88’an de ji aliyê rejîma Baas a Sedam ve hatin qetilkirin di 27. Salvegera xwe de li Hewlêrê hat bi bîranîn. Navçeya Çemçemal jî ji bo Enfala di encama wê de herî kêm 280 hezar Kurd têde hatin qetilkirin bû paytext.

Her sal 14’ê Nîsanê merasîmên ji bo bîranîna şehîdên Enfalê tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de îro li herêma Kurdistan bajarê Hewlêrê li Saziya Rewşenbîran a Zanîngeha Selahedîn ji bo şehîdên Enfalê merasîmek a bîranînê hat li darxistin. Wezîrê Karê Derve yê herêma Kurdistan Sefîn Dîzeyî û gelek rayedarên din yên hikûmetê jî di merasîmê de amade bûn.

 Di merasîmê de ji bilî pêşengeha wêneyan û tiştên kesên bûn qûrban ku ji goristanan hatin derxistin jî hat nîşandan. Di merasîmê de sînevîzyonek li ser nasandina Enfalê hat nîşandan. Herwiha di merasîma bîranînê de rêjeya goristanên komî yên hatine vekirin û girêdayî kesên şehîdbûyî agahî hat dayîn.

 ÇEMÇEMAL BÛ PAYTEXTA ENFALÊ

Meclîsa parêzgeha Silêmanî di civînekê de biryara ku Çemçemal weke paytexta şehîd û Enfalan bê naskirin, pejirand.   Meclîsa parêzgeha Silêmanî bi boneya 27. Salvegera Enfalê ji bo bîranîna vê komkujiyê li Çemçemal civîna xwe li dar xistin. Di civînê de Çemçemal weke paytexta şehîdan û Enfalan hat naskirin.   Tê payîn ku endamên Meclîsê piştî civînê li gel nûnerên malbatên Enfaliyan kom bibin. 

Li gorî daxuyaniyên fermî yên hatin dayîn heya niha 182 hezar kes Enfal bûne û hêjî gelek gorên komî yên nehatîn vekirin hene. Herwiha di komkujiya Enfalê de hat gotin ku bi hezaran Sûryanî ji di nav van gorên komî de hene.