Li başûrê Kobanê derba giran li çeteyan hat xistin

Li başûrê Kobanê di encama çalakiya YPG/YPJ2ê de girek ji çeteyan hate rizgarkirin û 12 çete hatin kuştin.

Li başûrê Kobanê di encama çalakiya YPG/YPJ2ê de girek ji çeteyan hate rizgarkirin û 12 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, şervanên YPG/YPJ’ê îro ber destê sibehê saet di  03'an de li girê Qertel ê 50 kîlometre li başûrê Kobanê, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiya ku 2 saaten dom kir de gir ji çeteyan hate paqijkirin û 7 çete hatin kuştin.

Di heman çalakiyê de wesayıteke çeteyan jî hate rûxandin û 5 çeteyên tê de hatin kuştin.