Li Basa du malbat li hev hatin

Li Basayê bi pêşengiya MEYA-DER û Komeleya Oldarên Botanê, malbatên Şen û Teylan yên ev 7 sal in di navbera wan de dijminatî hebû li hev anîn.

Li Basayê bi pêşengiya MEYA-DER û Komeleya Oldarên Botanê, malbatên Şen û Teylan yên ev 7 sal in di navbera wan de dijminatî hebû li hev anîn.

Li gundê Dilopkê yênavçeya Basayê ya Şirnexê malbatên Şen û Teylan berî 7 salan ji ber pêvçûnê bibûn xwîndarê hev, her du malbat bi pêşengiya MEYA-DER û Komeleya Oldarên Botanê li hev hatin. Di sala 2008'an de di navber malbatên Şen û Teylan de pevçûn derketibû û di pevçûnê de mirin û birîndarê wan çêbibûn. Piştî şer gelek welatî ji gund bar kiribûn. Di nava wan de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, rêveberên rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Şirnexê jî hebûn heyetek çûn gundê Dilopkê û herdu malbat li hev anîn.

Di merasîma lihevanînê de parlamenter Sariyildiz axivî û diyar kir ku her roj ji bo tifaqa gelê Kurd deh ciwan jiyana xwe ji dest didin û destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Kurd bi tifaqê heye. Sariyildiz anî ziman ku divê ev pirsgirêkên di navbera malbatan de derdikevin ji holê bên rakirin û wiha got: "Ev 40 sal in ji bo yekbûna gelê Kurd ciwanên me têkoşînek mezin dimeşînin. Di vê pêvajoyê de divê kesek ji bo pirsgirêkên biçûk nebin dijmin hev."

Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Cizîrê Mele Kasim Yîgît jî da zanîn ku gelê Kurd qet serê xwe li hemberî tu kesî netewandiye û got ku divê gelê Kurd li hemberî dijmin di nava berxwedanê de bin lê li hemberî hev jî dilnizm bin. Yîgît destnîşan kir ku birakuûjî û bêtifaqî têkoşîna gelê Kurd paşve dibe û ev tişt gotin: "Ji ber malbatên me li hev hatin em gelek kêfxweş bûn. Hêvîdar in ku êdî rewşên wiha çênebin."

Piştî axaftinan endamên malbatên Şen û Teylan destên hev girtin û li hev hatin. Piştî lihevhatinê bi hev re xwarina aştiyê xwarin.