Li Bane kolberek din birîndar bû

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Bane gule li kolberekê reşandin, kolberê navborî bi giranî birîndar bû.

Kuştin û birîndarkirina kolberan ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê berdewam dike. Hate zanîn ku duh jî li herêma Sardabî yê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek din ê bi navê Osman Resûlî xelkê Bane kirin armanc. Di encamê de kolberê Kurd bi giranî birîndar bû.

Bi alîkariya şêniyên herêmê û kolberên bi Resûlî re bûn ew ji bo dermankirinê rakirin nexweşxanê.