Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê - HAT NÛKIRIN
Li gelek navendan 16'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi meş û daxuyaniyan hate şermezarkirin.
Li gelek navendan 16'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi meş û daxuyaniyan hate şermezarkirin.
Li gelek navendan 16'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi meş û daxuyaniyan hate şermezarkirin. Li hinek navenda jî ji bo çalakiyên roja Yekşemê belavok hatin belavkirin û banga tevlîbûna çalakiyan hate kirin.
WAN
Li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Wanê têkildarî meşa dê di 15'ê Sibatê de civîn hate lidarxistin. Serokê TUYAD-DER'ê Ahmet Aygun diyar kir ku ramanên Ocalan di serî de li Rojava û hemû cîhanê hêşîn dibin. Aygun anî ziman ku bi girtina Ocalan xwestin gelê kurd teslîm bigirin. Aygun da zanîn ku Ocalan 16 sal in di nava tecrîd û pêkanînên dijmirovahî de tê girtin. Aygun bilêv kir ku ew ê roja yekşemê bi meşekê komploya navneteweyî şermez bikin û bang li hemû gelê Wanê kir ku tevlî meşê bibin.
Piştî civînê li kolanên Mereş û Cumhuriyetê belavok hatin belavkirin.
Li aliyê din polîsan têkildarî meşa roja Yekşemê û bûyerên dibe ku derkevin teblîgatek amade kir û di teblîgatê de hate gotin heke bûyer derbikevin berpirsiyar ên meş li dar dixin.
BÊGIRÎ
Li navçeya Bêgirî ya Wanê jî sedan welatî li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev û bi dirûşman ber bi Quleya Seatê ve meşiyan. Di meşê de pankrata "Em komploya 15'ê Sibatê lanet dikin" û posterên Ocalan hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî meşê Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Hîcran Arpa daxuyanî xwend û wiha got: "Hêzên navneteweyî bi komploya xwestin Rêberê Gelê Kurd bêbandor bikin û rêxistinê û gel tasfiye bikin."
Balkêş bû ku polîsan got dê derberê kesên tevlî meşêbûn dê lêpirsînê bidin destpêkirin.
QAMÛŞAN
Li navçeya Qamûşan a Qersê jî bi heman armancê li Kolana Gel daxuyanî da çapemeniyê. Li navçeyê yekem care komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de dowîzên "Rêberê Apo temînatê aştiyê ye" û "Heta ku Serok azad nebe aştî şaşîtiye" hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ji Îmraliyê re hezar silav" hatin berzkirin. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Qamûşan Feyat Dere di çalakiyê de axivî û komplo şermezar kir û wiha got: "Rêber Apo bi sekna li Îmraliyê komplo vala derxist."
TÊGOR
Li navçeya Têgorê ya Qersê jî bi heman armancê ji Kolana Mahîr Çayan heya dortyolê meşiyan. Di meşê de pankarta "Em 15'ê Sibatê şermezar dikin" hate vekirin û dirûşmên "Bimire komploya 15'ê Sibatê", "Bijî Serok Apo" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hatin berzkirin. Piştî meşê Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Oner Buldu diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve tê meşandin ne ji aliyê hikmeta AKP'ê û Erdogan ve û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bixwaze û nexwaze dê pêvajoya aştiyê bi vîna Rêberê Apo bi erênî bi encam bibe. Em 15'ê sibatê şermezar dikin."
AGIRÎ
Li Agirî û navçeyên wê jî bo çalakiyê dê bi heman armancê pêk bên banga tevlîbûna çalakiyan kir. Li Agirî, Panos û Giyadînê dê bi çalakiyên cuda 15'ê Sibatê bê şermezarkirin.
AMED
Li navçeyên Pîran û Licê yên Amedê jî ji bo meşê banga tevlîbûnê hate kirin. Li Pîranê rêveberên HDP, DBP û Hevşaredarên navçeyê li navendê belavok hatin belavkirin. Li Licê jî rêveberên HDP û DBP'ê li esnafan geriyan û xwestin tevlî meşê bibin.
GÎLÊ
Rêxistina DBP'ê ya Gîlê jî bi heman armancê li Qada Cumhuriyetê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Emrah Suzer diyar kir ku hemû hêzên tarî yên cîhanê bûn yek û li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komplo pêk anîn.
GIMGIM
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi heman armancê sînevîzyon hat pêşandan. Piştî pêşandana sînevîzyonê girseya dest bi meşê kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankart hatin hilgirtin. Esnafên navçeyê jî dikanên xwe girtin û piştgirî dan meşê. Meş li qada Hakan Buksur ê ku di 7'ê cotmehê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi dawî bû. Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Giyaseddîn Altun daxuyanî xwend û wiha got: "Berxwedana Rêberê Gelê Kurd berxwedana gelê kurd û tevgera azadiyê mezin kir."
SÊRT
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Meclîsa Jinan a DBP'ê û gelek dayikên aştiyê tevlî civînê bûn. Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê Hediye Suçîn di civînê de axivî û wiha got: "15'ê Sibatê 16 sal in ji bo me rojekî tarî ye. Em ê vê rojê li qadan şermezar bikin."
Suçîn diyar kir ku dê di 15'ê Sibatê de ji ber avahiya DBP'ê heya Duryana Girtîgehê meşekê li dar bixin û bang li hemû kesî kir ku tevlî meşê bibin.
DIHÊ
Li navçeya Dihê ya Sêrtê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin û komplo hat şermezarkirin. Welatiyên li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev pankarta "Em 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin. Piştî axaftinên çalakiya rûniştinê pêk hat.
SÛR
Li navçeya Sûrê ya Amedê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Meşê li ber Navenda Çanda Dîcle Firatê heya Parqa Anzelê berdewam kir. Hevşaredarê Surê Seyîd Narîn, Hevserokê DBP a navçeya Sûrê Alî Riza Çîçeklî û bi dehan welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK hat vekirin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" , "Bimire komploya 15 Sibatê" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin. Piştî meşê li Parqa Anzela daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DBP'ê yê navçeya Surê Alî Riza Çîçeklî daxuyanî xwend û wiha got: "Kompoloya li hemberî Birêz Ocalan tenê li hemberî gelê kurd na li hemberî Rojhilata Navîn û gelên Tirkiyeyê pêk hat."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
ERDÎŞ
Li navçeya Erdîşê ya Wanê bi heman armancê bi hezaran welatî li ber avahiya DBP'ê ya Erdîşê hatin cem hev û bi pankarta posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser a "Em komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibata 1999'an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêk hat şermezar dikin" ber bi Parqa Zîlan ve meşiyan. Di meşê de bi berzkiirna dirûşman sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Piştî meşê Rêveberê DBP'ê yê navçeyê Alparslan Butun daxuyanî xwend û wiha got: "Ji bo berjevendiyên qirêj têkoşîna rewa ya gelê kurd hedef girtin. Em wan hêzan şermezar dikin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat û pişt re careke din girseyê dest bi meşê kir.
NORŞÎN
Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Welatiyên ji ber avahiya DBP'ê ber bi Ogretmenevî ve meşiyan 15'ê Sibatê şermezar kirin. Piştî meşê Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Îhsan Akdenîz axivî û komplo şermezar kir.
Piştî daxuyaniyê girse belav bû.
MILAZGIR
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê jî bi heman armancê bi sedan welatî ji be avahiya DBP'ê heya ber Avahiya Hikûmetê ve meşiyan. Di meşê de dowîzên “Azadiya Serok azadiya gelane”, “PKK gele gel li vir" û “Bimire komploya 15'ê Sibatê" hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan" hatin berzkirin. Piştî meşê Hevserokê HDP'ê Rahmî Akçîn daxuyanî xwend û diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo gelê kurd rojekî reş e û wiha got: "Komploya navneteweyî têk çûye û vala hatiye derxistin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
RIHA
Hevserokê DBP'ê yê Pirsûsê Mehmet Koştî têkildarî meşa sibê li dar bixin civîna çapemeniyê li ar xist. Koştî diyar kir ku Ocalan hêj di girtîgehê de girtin ji bo gelên cîhanê windahiyekî mezin e. Koştî anî ziman ku ew dê sibê seat di 11.00'an de li ber Konbajarê Suphî Nejat Agirnasli heya navenda navçeyê meşekê li dar bixin û xwest hemû kes tevlî meşê bibin.
STEWRÊ
Li Taxa Êwîna ya navçeya Stewrê jî bi heman armancê meş hat lidarxitin. DI meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankrata "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" hate vekirin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî meşê Hevseroka DBP'ê ya Stewrê Şehmûs Aksoy daxuyanî xwend û komploya navneteweyî şermezar kir.
RIŞMIL
Li navçeya Rişmil a Mêrdînê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Mustafa Araz daxuyanî xwend û diyar kir ku ew îxaneta li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelên Kurdistanê pêk hatî şermezar dikin.
PIRAN
Li navçeya Amedê ya Pîranê jî komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komploya li hemberî Şêx Saîd hate şermezarkirin. Ligel barana zêde dibariya jî gelek kes tevlî meşê bûn. Piştî meşê gora 33 endamên PKK'ê yên di 13'ê sibata 1995'an li gundê Kelkomê yê navçeyê bi çekên kîmyevî hatin qetilkirin hate ziyaretkirin û bîranîn hat lidarxistin. Alîkarê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hasan Er axivî û wiha got: ''Gelê kurd 90 sal berê li Pîranê di bin pêşengiya Şêx Saîd de berxwedan pêk hat. Şêx Saît di 13'ê sibata 1925'and e bi komployekî navxweyî hate girtin. Di 15'ê Sibatê 1999'an jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi komployekî navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Disa di 13'ê sibata 1999'an de li Kelkomê 33 lehengên kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin."
REZAN
Li navçeya Rezan a Amedê jî ji bo meşa 15'ê Sibatê li dar bixin belavok hatin belavkirin. Hevşaredarên Rezan, rêveberên DBP'ê û gelek kesên din tevlîbûn.
ÇINAR
Li navçeya Çinarê ya Amedê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Piştî meşê Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Hayat Akyol daxuyanî xwend û diyar kir ku dewletên dagirkir ên emperyalîst bi kompleyekî navneteweyî xwestin tevgera kurd têk bibin.
STENBOL
Di çarçoveya şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê TUAD û GOÇDER li taxa Aksaraya ya navçeya Fatîhê civînek çapemeniyê li dar xist. Li qada civînê pankaratên "Wê xeta Rêber Apo roja reş ronî bike" hatin daliqandin. Di civînê de li ser navê şaxa TUAD'ê ya Stenbolê Arîf Yilmaz axivî û bang li hemû kesê kir ku tevlî çalakiyên 15'ê sibatê bibin. Yilmaz diyar kir ku di dîroka gelê kurd de roja 15'ê sibatê weke rojek reş hatiye binavkirin.
Yilmaz di dawiya axaftina xwe de banga li hemû dorhêlên demokrat kir ku tevlî meşa girseyî ya roja 15'ê sibatê a li parka Sarçoglu bibin kir.
Di heman çarçoveyê de Komaleya Alimên Olî jî li avahiya xwe ya navçeya Şirînevlera Stenbolê civînek çapemeniyê lidarxistin.Di civînê de Rêveberê Komaleya Alimên Olî Riza Sungur axivî û bang li tevahî gelên aşatîxwaz kir ku tevlî meşa 15'ê sibatê bibin kir. Sungur da zanîn ku ji bo aştiyek mayinde pêwîste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Civîna Çapemeniyê bi dirûşman dawî bû.
ÎDIR
Li Îdirê ji bo meşa 15’ê Sibatê ya li ber avahiya DBP’ê ya Îdirê dest pê bike li avahiya DBP’ê daxuyanî hate dayîn. Di daxulaniyê de Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Navendî ya Îdirê Nadîle Malgaz axivî û diyar kir ku gelê kurd komploya li dijî Ocalan bi berxwedanê pûç bike û wiha berdewam kir: “Gelê me ji bo komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pûç bike dê li qadan bin. Em ê jî bi vê munasebetê li Îdirê di 15’ê Sibatê roja Yekşemî saet di 11.00’an de li ber avahiya DBP’ê kom bibin û hita Qada Şaredariyê bimeşin. Li vir bi daxuyaniyê em ê komployê şermezar bikin.”
PEYAS
Rêxistina DBP'ê ya Peyasê jî bi heman armancê li ber Meclîsa Peyasê heya ber Peykerê Roboskî meşekî meşaleyê li dar xist. Hevserokê Rêxistina navçeya DBP ya Peyasê Ramazan Şîmşek, rêveberên Peyasê û gelek welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "Bimire komploya 15 Sibatê" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Piştî meşê li Parqa Peykera Roboskî daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Peyasê Ramazan Şîmşek axivî û komploya 15'ê Sibatê şermezar kir.