Li Arnhem û Munchenê çalakiya edaletê
Li bajarê Hollanda Arnhem û li bajarê Elmanya Munchenê, ji bo şoreşgerên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hat lidarxistin.

ARNHEM: Li bajarê Hollanda Arnhemê Meclîsa Jinê ya Fatoş Salamgoz, ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya edaletê lidar xistin. Di daxuyaniya li çalakiyê de hat gotin, "Heta ku dewleta Fransayê vê komkujiya li dijî mirovahiyê ronî bike, weke jinên Kurd em ê lêgerîna xwe ya li edaletê heta dawiyê dewam bikin. Ji ber vê yekê em bang li dewleta Fransayê dikin ku bi berpirsyariya xwe rabe. Eger ev komkujî neyê ronîkirin, ev yek wê were wê wateyê ku Fransa hevparê komkujiyê ye."
MUNCHEN: Li bajarê Elmanya Munchenê jî çalakiya edaletê hat lidarxistin. Di çalakiya li ber Konsolosiya Fransayê de wêneyên her sê jinên şoreşger hatin hildan, belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin. Di çalakiya ku YXK Munchen û Kurdistanî lê amade bûn, hat ragihandin ku Fransa bi bêdengiya xwe ya du sal û nîvan re nîşan dide ku hevparê sûc e. Di çalakiyê de komkujî û cezayên îdamê yên li Îranê hat şermezarkirin û ji bo Zeynb Celaliyan banga çalakiya lezgîn hat kirin.