Li Amedê zarokê bi navê E.A hat girtin
Li navçeya Rezan a Amedê polîsan duh bi ser malekê de girtibûn, di serdegirtinê de kesê bi navê D.A. û zarokê bi navê E.A. binçav kiribû. Dadgehê E.A. girt û şand girtîgehê.
Li navçeya Rezan a Amedê polîsan duh bi ser malekê de girtibûn, di serdegirtinê de kesê bi navê D.A. û zarokê bi navê E.A. binçav kiribû. Dadgehê E.A. girt û şand girtîgehê.
Li navçeya Rezan a Amedê polîsan duh bi ser malekê de girtibûn û 17 bombe desteser kiribûn. Polîsan di serdegirtinê de kesê bi navê D.A. û zarokê bi navê E.A. binçav kiribû. Piştî 2 kesên hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin, heyeta dadgehê E.A. girt û şand girtîgehê.
Yekîneyên tîmên taybet duh li navçeya Rezan a Amedê bi ser malekê de girtin û di malê de 17 bombe desteser kiribûn. Polîsan di malê de kesê bi navê D.A. û zarokê bi navê E.A. binçav kirin. Polîsan 2 kesên binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta polîsan a Amedê. 2 kes piştî îfadeyê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta Dadgehê D.A. serbest berda û zarokê bi navê E.A. jî bi îdîaya "Li gel ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û "Madeya tehlûke li cem xwe girtiye" biryara girtinê da û şand girtîgehê.