Xwendekarê dibistana amadeyî yên Navçeya Kayapinar a Amedê bi armanca piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê ku ket roja 62’an dibistan boykot kirin. Polîsên tirk bi ava şid, cop û pihînan êrîşên xwendekaran kirin. polîsan 3 xwendekar binçav kirin.
Dibistana Teknîk a Keçan ya 500 Evler, Cîzrelîoglu, amadeyiya 500 Evler hatin cem hev û bi armanca balê bikişînin ser grevê daxuyaniyek dan. Polîsên dibistan dorpêçêkirin bi ava şid êrîşê xwendekarên dibistana Amadeyiya Cîzrelîoglu kirin. Polîsan du xwendekar birîndar kirin û 3 heb jî binçav kirin.
Bi hezaran xwendekarên dibistana lîseya Cîzrelîoglu û 500 Evler ya li Kayapinarê ne bi armanca balê bikişînin ser grevên birçîbûnê biryara boykotê girtin. Di saetê zû yên serê sibê de nêzî 2 hezar xwendekar li ber Aamadeyîya Cîzrelîoglu bi cil û bergên xwe yên dibistanê kom bûn û ji bo ku helwesta hikûmetê protesto bikin biryara meşê girtin.
Polîsên ku agahiya meşê girtin, bi wesayîtên zirxî li ber dibistanê kom bûn. Xwendekaran bê navber dirûşmeyên li dijî hikûmetê berzkirin. Piştî demekê polîsên bend ava kiribûn hişyariya ‘belav bin’ kir û piştî vê bi ava tazyîkê êrîşê xwendekaran kirin. xwendekaran bi keviran bersiv da polîsan û pevçûn rû dan. Polîsan bi awayekî hovane bi kulm û cop li xwendekaran dan û bi porên hinek xwendekarên keç girtin û li pey xwe kaş kirin. Hin xwendekarên bertek nîşanê vê dan çûn baxçeyê dibistanê û şandin.
Hate hînbûnku 2 xwendekar birîndar bûne û 3 heb hatine binçavkirin. Xwendekarên piştî bûyerê dîsa li baxçe kom bûn dirûşmeyên ‘Em berxwedana zindanê silav dikin’ qêriyan. Xwendekaran biryara xwe ya boyokota dibistanê domandin û her wiha piştî hevdîtinan polîsê hêzên çevîk 200 metre ji dibistanê hatin dûrxistin.
Dîsa li navçeya Kayapinarê xwendekarên li dibistana Lîseya Teknîk a Keçan a 500 Evler dixwînin bi armanca bal bikişînin ser grevan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Xwendekaran piştî daxuyaniyê dirûşme qêriyan û piştî vê dîsa çûn dibistanê. Polîsan dor li dibistanê girt.