Li Amedê wesayîtek leşkerî hate rûxandin

Li Amedê wesayîtek leşkerî hate rûxandin

HPG’ê ragihand ku, gêrîlayan li ser rêya Amed-Hênê li dijî karwaneke leşkerî çalakî pêkanîne û di çalakiyê de ji 3 wesayîtan, wesayîtek rûxandine.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) derbarê çalakiya li ser rêya Amed-Hênê agahî dan û ragihand ku, “26’ê Mijdarê di 20.45’an de li ser riya Amed-Hênê li dijî karwaneke leşkerî ya ya ji 3 wesayitên daggeyîgî pêk dihat ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayîteke daggeyîgî rûxandine, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Tirk derdora xwe bi çekên giran bê ser û ber gulebaran kiriye.”