Li Amedê sewqiyata leşkerî

Li gundên Farqîn, Hezro û Pasûrê yên Amedê sewqiyata leşkerî dewam dike. Li her 5 kîlometreyan bendeke kontrolê hatiye danîn.

Piştî ku li 25 gundên Farqîn, Hênê, Hezro û Pasûrê yên Amedê derketina derve hat 'qedexe'kirin, bi hezaran leşker û tîmên taybet ber bi herêmê ve tên veguhastin. Li ser rêyên navbera navçeyên Amedê, bi dehan bendên kontrolê hatine danîn. Ji danê êvarê ve, hemû wesayîtên diçin Hezro, Farqîn û Pasûrê tên sekinandin û kontrolkirin.

Tîmên taybet û cerdevanên ev 2 roj in li van herêman operasyonê dimeşînin, li Fermandariya Jendermeyan a li Navçeya Hezroyê hêzên xwe dicivîne. Bi dozer û qemyonan alavên leşkerî tên bicihkirin.

Her wiha bi hezaran leşker û tîmên taybet ên sewqî herêmê hatine kirin, li dibistanên li Hezroyê hatine bicihkirin. Danê sibehê jî balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopter li herêmê tevdigerin. Têkiliya bi herêmên hatine qedexekirin, bi temamî hatine birîn.