Li Amedê şer û bomberdûmana giran
Piştî ku bejahiya navçeya Licê ji aliyê balafirên şer û bi obusan hat bombekirin, li herêma Sisê şerekî dijwar qewimî. Ji vê herêmê dengê teqînan tê û dû bi ser herêmê ketiye.
Piştî ku bejahiya navçeya Licê ji aliyê balafirên şer û bi obusan hat bombekirin, li herêma Sisê şerekî dijwar qewimî. Ji vê herêmê dengê teqînan tê û dû bi ser herêmê ketiye.
Piştî ku Walîtiya Tirk a li Amedê derketina derve li 39 gundên navçeyên Licê, Karaz û Hezroyê "qedexe" kir, êrîşên artêşa Tirk dewam dikin.
Herêm ji aliyê balafirên şer ve tê bombekirin. Tevî vê bomberdûmanê, li herêma Sisê, ku gorên gerîlayên HPG'ê lê ne, şerekî dijwar diqewime. Ev 40 deqe ne dengê çekan ji herêmê tê û car carna teqîn rû didin. Di heman demê de dû bi ser gelek nuqteyên vê herêmê ketiye.
AGAHÎ JI SIVÎLAN NAYÊ GIRTIN
Agahî ji sivîlên li gundê Derxus û Sisê yên şer li van deveran diqewime, nayê girtin.
Li aliyê din, balafirên şer ên dewleta Tirk piştî êrîşa hewayî ya duh bi şev, îro danê sibehê saet di navbera 04:00-06:00 de bombe li gelek herêman barandin. Di bomberdûmana duh danê êvarê ya li herêmên Dolûnay, Zengê, Licok, Sisê de, bi şensê tiştek bi kesî nehat. Gundiyên danê sibeyê ji navenda navçeyê vedigeiryan jî ji aliyê leşkeran ve hatin sekinandin û li navçeyê hatin vegerandin.