Li Amedê li dijî HES'an wê kon bê vedan
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya wê li Pasûrê li dijî HES'an kon vede.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya wê li Pasûrê li dijî HES'an kon vede.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya wê li Pasûrê li dijî HES'an kon vede.
Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, ji bo HES werin protestokirin û bal were kişandin ser xisara HES didin xwezayê wê li navçeya Amed Pasûrê ji bo rojekê kon were vedan. Der barê mijarê de ji Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Çîlem Akkaya li Odeya Mîmaran daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku di demeke ku hewldan ji bo bidawîkirina pêvajoya pevçûnan heye de, xebatên ji bo çêkirina bendav û HES'ên bi armanca ewlekariyê dewam dikin.
'ARMANC NE TENÊ HILBERÎNA ELEKTRÎKÊ YE'
Akkaya da xuyakirin ku bi HES'an re ne tenê hilberîna elektrîkê tê xwestin û got, "Li gelek herêmên Kurdistan û Anatoliya Navîn çêkirina santralên hîdro elektrîk bi lez û bez dewam dikin. Her çend bi awayekî fermî hatibe ragihandin ku armanca çêkirina HES'an hilberîna elektrîkê ye jî, eger hemû HES'ê hatine plankirin biqedin jî, rêjeya elektrîka bê bidestxistin wê bi tenê ji sedî 7 ê elektrîka gelemperiya Tirkiyeyê be. Ji vê jî têf êmkirin ku armanca ji HES'an ne tenê hilberîna elektrîkê ye. Şîrketên ku çav berdane çemên me, kaniyên me, ji bo hîn bêhtir dewlemend bibin dixwazin bi HES'an re xaka me bi desthilatdariyan re parve bikin."
MAFÊ XWEZAYÊ YÊ AVÊ
Akkaya da zanîn ku ew ê di 28'ê Adarê de ji bo mafê xwezayê yê avê bilêv bikin kampê çêibkin û anî ziman ku ev kamp wê li kêleka Çemê Pasûrê were avakirin. Akkaya ragihand ku der heqê zerara HES'an de wê li vir forûm û panel bên lidarxistin.