Polîsên Tirk li Amedê êrîşê girseya Gel a ku dixwest bimeşe ber Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D ya Amedê li rastî êrîşa polîsan hat. Di encama êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid de gelek kes birîndar bûn. Derdora 15 kesan jî hatin binçavkirin.
Gel jî bi molotof û kefiran bersiv da êrîşa polîsên Tirk. Polîsan bi panzeran bi ser malan de digrin. Hate diyarkirin ku pevçûn li derdora dibistana polîsan, girtîgehê, Cadeya Nukhet Coşkun Aykolû, Emek, Sento û Medîneyê belav dibin.