Greva birçîbûnêya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve, ji 12’ê îlonê ve hatiye destpêkirin di roja 49’emîn de ye. Di çarçoveya biryara BDP’ê ya “Berxwedana Topyekun” de, li Amedê derabe nehatin vekirin, ajotkaran kontakan daxistin. Xebatkarên şaredariyan neçûn ser kar, xwendekaran dibistanan boykot kir.
Greva birçîûnê ya bêdem û dorveneger ku ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, di roja 49’emîn de berdewam dike. Di çarçoveya çalakiya “Berxwedana Topyekun” a BDP’ê ya ji bo piştgiriya bi çalakgerên greeva birçîbûnê re, li Amedê jiyan rawestiya.
Esnafan bi boneya piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê, derabeyên dikanên xwe daxistin. Hema bêje li Amedê tevahiya esnafan derabe venekirin.
Hemû xebatkarên şaredariyan neçûn ser kar, ajokaran kontak daxistin, xwendekaran dibistan boykot kirin. Tê payin ku di saetên pêş de gel dabikeve kolanan û meşên girseyî li dar bixin.
BDP jî dê civîna xwe ya koma Meclîsê, bi boneya balê bikişînin ser greva birçîbûnê, dê li Amedê li ber Girtîgeha Tîpa D pêk bîne.