Li Amedê jin ji bo Sara Aktaş hatin cem hev
Li Amedê jin ji bo Sara Aktaş a ku hatî binçavkirin û hedef tê nîşandan hatin cem hev.
Li Amedê jin ji bo Sara Aktaş a ku hatî binçavkirin û hedef tê nîşandan hatin cem hev.
Endamên pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê bi mebesta ku binçavkirina Sara Aktaş şermezar bikin, li avahiya DBP’ê ya bajêr li hev civiyan û daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniya çapemeniyê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî amade bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ew weke TJA’yê û pêkhateyên wê, êrîşa li ser Sara Aktaş êrîşa li ser jinên Kurd û gelê Kurd dibînin û ev peyam hate dayin: ‘’Sara Aktaş, Ayla Akat Ata, wekîlên me, hevserokên me, xebatkarên saziyên me, gelê me rûmeta me ne. Me serê xwe ti caran ji polîtîkaya îmhayê re, derewan re, înkarê re, bêbextî û çavtirsandinê re netewandiye û em ê netewînin’’ û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.