Li Amedê îstîhdama kesên dezavantaj hat nîqaşkirin

Li Amedê civîna nasandina ‘projeya perwerde û koordînasyona ji bo îstîhdamê’ pêk hat.

Li Amedê civîna nasandina ‘projeya perwerde û koordînasyona ji bo îstîhdamê’ pêk hat. Di civînê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak axivî û bal kişand ser pisgirêkên welatiyên dezavantaj û got ku wê bi bernameyan ji holê bê rakirin.

Civîna nasandina Projeya Perwerde û Koordînasyona ji bo Îstîhdamê (ÎSPEK) pêk hat. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, pisporê Piyasaya Îstîhdamê Cleofe Guardîlî û organîzatorên projeyê û rojnameger beşdar bûn.

Projeya ji aliyê YE û Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê ve piştgiriyê dibîne, di nav de şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 12 şaredarî hene ji bo îstîhdama kesên dezavantaj bê zêdekirin hewl didin derfetên piyasaya hêza kar a komên dezavantaj zêde bibe.

Koordînatorê ÎSKEP’ê yê Amedê Ramazan Tunç diyar kir ku di çarçoveya projeyê de wê perwede ji bo personelên şaredariyê bê dayîn û got ku wê perwerde bi 3 zimanan bê dayîn.

Pisporê Pisyasaya Îstîhdamê Cleofe Guardîlî jî têkildarî armancên proje û pêngavên bên şopandin de agahî da.

Hevşareda Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî axivî û got ku mijara tê de dixetimin, îstîhdam e û pirsgirêkên kesên dezavantaj hene û ji bo vê jî xebatan dimeşînin. Kişanak got: “Li Sumperparkê ji bo kesên dezavantaj xebatên cuda tên meşandin. Me wek rêveberiyên herêmî ferq kir ku heta îro têkildarî welatiyên Romen de xebatek baş nehatiye kirin. Wê xebatek wisa bi bandor be. Mijara ku esas em dixetimin ev mijar e. Em ê niha girîngiyê bidin van projeyan.”

Kişanak di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pisgirêkên welatiyên dezavantaj û got ku wê bi bernameyan  ji holê bê rakirin.