Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) têkildarî çalakiya li Êlihê agahî dan û ragihand ku, di pevçûna li ser rêya Amed-Çewlikê gêrîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihand ku, “Di 24’ê Mijdarê de di demjimêr 16.00’an de li navçeya Kercewsa Êlihê li dijî leşkerên artêşa dagirker ya Tirk ên di du kozikên qereqola Bêgirmanêye de gerîlayên me çalakiyek lidarxistine. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
Her wiha HPG-NÇR derbarê pevçûna li ser rêya Amed-Çewlikê jî agahî dan û aşkera kir ku, “22’ê Mijdarê di demjimêr 20.30’an de li ser riya Amed-Çewlikê li nêzî Gundê Fîsê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hevalê me Navdar – Şervan Fîdanten gihîştibû şahadetê. Rêhevalê me Rojhat – Aytekîn Ozçîçek yê birîndar bibû tevî hemû hewldanên rizgarkirinê gihîştiye şahadetê.”
Nasnameya gêrîlayê jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:
Aytekîn Ozçîçek bi nasnav Rojhat Amed ji Amedê