Li Amedê ciwanek hat girtin
Li Taxa Lalebey a navçeya Sûrê ya Amedê 2 ciwan hatin binçavkirin û ji ciwanan Ugur Turan ji ber ku ji dosyeyeke din cezayê wî heye hat girtin.

Şevê din tîmên taybet û polîsên sivîl li Taxa Lalebey a navçeya Sûrê ya Amedê kontrola nasnameyan kirin û bi ser dikanekê de girtin. Di encama kontrola nasnameyan de ciwanê bi navê Ugur Turan hat binçavkirin. Hat zanîn ku Turan ji ber ku di dozekî kevn de 2 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn hat binçavkirin û piştre şandin girtîgehê. Şêniyên taxê bilêv kirin ku di seatên êvarê de polîsan bi hinceta gilî heye bi ser dikanekê de girtin û piştî lêgerînê ji dikanê derketin. Hat diyarkirin ku polîsan heya derengiya şevê li kolanên taxê kontrola nasnameyan berdewam kirin.
Li heman taxê serê sibê polîsan li Kolana Bekîrpaşa ciwanê bi navê Yunus Eken (23) binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Sedema binçavkirina Eken nehat zanîn.