Li Amedê bi hezaran kes ji bo Farqînê meşiyan

Êrîşên dewleta Tirk ên li hember Farqînê li Amedê ji aliyê hezaran ve hat protestokirin. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr got: “Îro ez dixwazim di şexsê we de bang li Enqereyê bikin. Hûn nikarin berxwedana gelê Kurd asteng bikin.”

Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hember Farqînê li Amedê ji aliyê hezaran ve hat protestokirin. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr li vir axaftinek kir û wiha got: “Îro ez dixwazim di şexsê we de bang li Enqereyê bikin. Hûn nikarin berxwedana gelê Kurd asteng bikin.”

Ji pêşiya avahiyên DBP’ê yên navçeyên Baglar, Sûr, Yenîşehîr û Kayapinarê bi kortejan girse hat ber Avahiya DBP’ê ya Bajarê Amedê, bi tilîlî û dirûşma, “Bijî berxwedana Farqînê” ber bi Parka Koşûyolû ve meşiya.

Li vir mîtîngek hat lidarxistin. Axaftina destpêkê Hevserokê DBP’ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek kir. Şîmşek diyar kir ku wê heta dawiyê piştgiriya berxwedana Farqînê bikin û wiha axivî: “Farqîn dilê Amedê ye, Amed jî dilê Kurdistanê ye. Bênavber ev 10 roj in êrîşî dilê Kurdistanê dikin. Bi van êrîşan dixwazin berxwedana Farqînê bişkînin. Çiqasî hewl bidin bila bidin wê nikaribin me ji vê têkoşîna me yê mafdar dûr bixin.”

Şîmşek ji bo Farqînê banga hişyariyê kir û wiha berdewam kir: “Di şexsê gelê Amedê em bang tevahî beşên demokratîk dikin, li Farqînê komkujî heye, li hember vê komkujiyê bêdeng nemînin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr bi silavkirina berxwedana Farqîn û Şengalê dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Îro ez dixwazim di şexsê we de bang li Enqereyê bikin. Hûn nikarin berxwedana gelê Kurd asteng bikin. Hûn nikarin me bitirsînin û serê me bitewînin.” Pîr di axaftina xwe de pirsa piştî 7’ê Hezîranê çi guherî kir û wiha bersivand: “Ti tiştekî guherî tineye. Tenê zilamekî nexweş ji bo nebû serok dest bi şer kir, ewqas.”

Piştî axaftinan girse belav bû. Nêzî Oryilê polîsan êrîşî ciwanan kirin, dema êrîşan de polîsan ji wesayîtên zirxî rasterast bombeyên gazê avêtin taxan.

...