Li Amedê bi hezaran kes ji bo Farqînê li ser piyan e

Gelê Amedê ji bo dorpêça ev 10 roj in li ser Farqînê tê meşandin û heta niha 7 welatî lê hatine qetilkirin bişkînin ber bi Parka Koşuyolu ve dest bi meşê kirin.

Gelê Amedê ji bo dorpêça ev 10 roj in li ser Farqînê tê meşandin û heta niha 7 welatî lê hatine qetilkirin bişkînin ber bi Parka Koşuyolu ve dest bi meşê kirin.

Tîmên taybet û tankên li navenda navçeya Farqîna Amedê hatine bicihkirin dîmenên demên darbeyê tînê hişê mirovan. Di êrîşên ev 10 roj in bênavber didomin de 7 welatî hatin kuştin. Bi hezaran Amedî ji bo dorpêça li ser Farqînê bişkînin li ber avahiyên DBP'ê yên Peyas, Yenîşehîr û Rezanê kom bûn. Welatiyên li ber avahiyên DBP'ê yên Rezan û Peyasê kom bûn ber bi avahiya DBP'ê ya Amedê ve meşiyan. Bi hatina welatiyan hejmara welatiyan zêde bû û bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Farqînê" û "Bijî berxwedana xweseriyê" berxwedana Farqînê silav kirin û ber bi Parka Koşuyolu ve dest bi meşê kirin.

Di heman saetê de welatiyên li ber avahiya DBP'a Yenîşehîrê kom bûn jî ber bi Parka Koşuyolu ve dest bi meşê kirin.