Li Amedê ji helîkopteran bombeyên gazê diavêjin girseyê. Girse bersiva polîsan dide. Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî polîsan bi tund êrîşî bire ser girseya dixwestin li ber avahiya BDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Girseya dixwaze biçe ber Girtîgeha TÎpa E ya Amedê tevlî civîna koma BDP'ê bibin û piştgiriyê bidin çalakliya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê yên 12'ê îlonê bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên tenduristî, ewlehî û azadiyê bên sererastkirin û astengiyên pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî bên rakirin destpê kirin rastî êrîşa polîsan tên.
Polîsan bi helîkopteran jî êrîşî girseyê dike. Li herêma Rezan ji helîkopteran bombeyên gazê diavêjin girseyê û berxwedana girseyê berdewam dike. Ji ber bombeyên gazê yên ji helîkopteran tên avêtin li taxê şewat derket. Yekîneyên Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê çûn cihê bûyerê mudaxele li şewatê kirin. Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak ji bo ku civîna koma partiyan xwe li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dar bixin bi polîsan re hevdîtin pêk anîn piştî tu encama ji hevdîtinan bi dest nexistin, li ber Mala Şînê ya Pîraniyan dest bi civîna koma partiya xwe kir.
Girseya li ser Kolana Emekê hatiye cem hev careke din dest bi meşê kir, polîsan êrîşî girseyê kir û careke din pevçûnan destpê kir. Polîs bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê li girseyê dike û girse jî bombeyên deng tên avêtin. Bombeyên deng dibin sedema panîkê. Girseya bend danîn bi keviran bersiva polîsan didin. Hate hînbûn ku, di bûyeran de herî kêm 3 kes hatin binçavkirin. Li aliyê din Nûçegihanên KNN'ê yên nûçe dişopandin Lokman Aydogan û Sidik Eren hatin binçavkirin.
LI BÎSMÎLÊ ÊRÎŞA TUND
Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî girseya dixwest li ber avahiya BDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê rastî êrîşa polîsan ya bombeya gazê hat. Berî daxuyaniyê gelek welatî li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan avêtin. Pişt re girseyê xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê lê polîsan bi tund êrîş li girseyê kir. Piştî êrîşa polîsan li navçeyê pevçûnan destpê kir.