Li Amedê 6 ton goştê mirîşkan hate îmhakirin

Li Amedê 6 ton goştê mirîşkan hate îmhakirin

Yekîneyên Midûriyeta Zabitayan yên Şaredariya Rezan li ser agahiyekê bi ser depoyeke hewayê sar da girtin û 6 ton goştê mirîşê yê dîroka wê derbaz bû destser kirin. Derket holê ku li heman depoyê Midûriyeta Bajar ya Sewalkarî, Çandî û Zexîreyê 2 caran kontrol pêk anîn û girdek girtine û li gel vê yekê tu tişt nehatine kirin.

Midûriyeta Zabitayan ya Şaredariya Rezan ya Amedê li ser Riya Mêrdînê li depoya hewayê sar ya ayîdî Şîrketa Lîmîted Gida ya Koyturlerê kontrol pêk anî û di depoyê de 6 ton goştê mirîşkê yê dîroka wê derbaz bû dest ser kir. Midûrê Zabitayan Lutfî Taylan têkildarî kontrolê de agahî dan û diyar kir ku, bi hatin cejnê kesên niyeta wan nebaş şekir û goştê dîroka wan derbaz bûn firotin.

Taylan anî ziman ku, di vê mijarê de hefteyek ew kontrolên xwe dikin û şevê din li ser agahiyekê serê sibê yekîneyên zabitiyê dest bi tevgerê kirin. Taylan da zanîn ku, li Bazara Bugdayê li hemberî Depoya Sar ya Ozugur a ayîdî Şîrketa Lîmîted Gida ya Koyturlerê serdagirtin pêk anîn û wiha got: "Di encama serdagirtinê de me 6 ton goştê dîroka wê derbaz bû me girt. Têkildarî tiştên hatin destserkirin girdek hate girtin. Ji bo wan tiştan îmha bikin hatin destserkirin. Lê em dê hinek li hemberî girdekan ji baxçeyê sewal ê Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê bi nirxînîn."

BERÊ MIDÛRIYETA ÇANDÊ YA BAJAR GIRTEK GIRTIN LÊ!

Derket holê ku li heman navnîşanê berê Midûriyeta Çandê ya Bajar 2 caran kontrol pêk anîn û têkildarî goştên dîroka wan derbas bûn girtek girtin lê tu karên hiqûqî nehatin kirin. Midûriyeta Çandîniyê û Sewalkariyê ya bajar di girdekên di dîrokên 4'ê gulan û 20'ê gulana 2012'yan de girtin wiha hate gotin: "Hilberînên behsa wan tê kirin dê di bin çavdêriya midûriyeta me de bên barkirin û li Midûriyeta Sewalkarî, Çandî û Gidayê ya Xerpêtê bên xirandin. Heke karê li jor hate diyarkirin bi awayekî rêk û pê neyê kirin dê di çarçoveya zagonan de karên cezayî bên kirin." Lê li gel vê yekê tu karên cezayî nehatin kirin.