Şaxên ÎHD'ê yên Êlih û Amedê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 198'emîn de careke din gotin "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" û aqubeta windayan pirsîn.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 198'emîn li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de pankartên "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" û "Ew şevekê ji nişka ve ji malan hatin girtin û careke din nevgeriyan. Windayên me" hatin vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan û serokên saziyên rêxistinên civakî yên Trabzon, Gîresun, Amasya, Erzurum, Wan, Hatay, Rîze û Amedê yên din nav Konfederasyona Saziyên Civakî yên Sivîl de cih digirin tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de destpêkê Endama Lijneya Rêvebera ya ÎHD'ê Prz. Rehşan Bataray Saman axivî û diyar kir ku, ew çalakiya xwe ya hefteya 198'emîn li dar dixin. Saman anî ziman ku Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê yên ji sala 1995'an dest bi çalakiyê kirin hefteya 400'emîn li pey xwe hiştin. Saman da zanîn ku ramanca wan ew bû ku winda bên dîtin û kiryar bên darizandin. Bataray Saman bilêv kir ku, gelek dosya di aliyê hiqûqî de demborîbûn û xwest ku hêj dem bi ser dosyayan de neçûyî gav bên gav bên avêtin.
Serokê Federasyona Komeleyên Trabzonê Haydar Dulkadîroglu jî diyar kir ku, ji bo dilê xizmên windayan hinek rehet bibe divê kiryar bên dîtin û bên cezakirin. Dulkadîroglu, anî ziman ku, heke trajediya dayîkekî Kurd dayîkekî Deryaya Reş fêm bike anî jî trajediya dayîkekî Deryaya Reş dayîkekî Kurd fêmbike dê di navbera gelan de biratî pêşbikeve.
Piştî axaftinan çîroka windabûna Kasim Alpsoy yê ku di 19'ê gulana 1994'an de li Edeneyê nasnameya wî hate destserkirin û pişt re jb o nasnameya xwe bigire çû Daîreya Îstîxbaratê ya Edene û careke din tu agahî ji wî nehatin girtin hate vegotin.
Pişt re çalakiya rûniştinê pêk hat.
LI ÊLIHÊ ÇÎROKA BAV Û KUR HATE VEGOTIN
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Endamên ÎHD'ê, KESK, rêveberên BDP'ê û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD'ê Îlyas Ekîncî diyar kir ku, 198 heftene li qadananin ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin dengê xwe bilind dikin. Ekîncî, anî ziman ku heta niha tu rayedaran bersiva dengê wan neda.
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ên di sala 1994'an de li gundê Zorava ya Êlihê di demjimêr 20.00'an de ji aliyê 4 kesên sivîl ên bi çek ji malê girtin û çareke din tu agahî jî wan nehate girtin hate vegotin. Rêveberê ÎHD'ê Îlyas Ekîncî, çîroka bav û kur wiha vegot: "Di sala 1994'an de di demjimêr 20.00'an de 4 kesên sivîl yên bi çek û rupêş hatin gundê Zorava yê Êlihê li ber malê bang li Îbrahîm û Edîp Çelîk kirin. Bav û kur bi 4 kesên bi çek re hevdîtinê dikin. Hevjîna Îbrahîm Çelîk Melese Çelîk ji bo çayê ji kesên bi çek re bîne çû malê û heta vegeriya tu kes li ber malê nedît. Ji cîranan dipirsin lê tu kesî ne hevjîn û kurê wê ne jî 4 kesên bi çek nedîtin. Roja din serî li Qereqola Cendirmeyan ya Êlihê didin. Lê qereqolê bersiva tu kes wan negirtine. Ji wê rojê heta niha ji Îbrahîm û Edîp Çelîk agahî nayên girtin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.