Li Amed, Qabilcewz û Bedlîsê operasyon
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, artêşa Tirk li bejahiya navçeya Amed Karaz û navçeya Êlih Qabilcewzê dest bi operasyonê kiriye.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, artêşa Tirk li bejahiya navçeya Amed Karaz û navçeya Êlih Qabilcewzê dest bi operasyonê kiriye.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, artêşa Tirk li bejahiya navçeya Amed Karaz û navçeya Êlih Qabilcewzê dest bi operasyonê kiriye. Bomberdûmana artêşa Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dike.
LI BEJAHIYA KARAZÊ OPERASYON
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û ÇapemeniYê ya HPG'ê de, li ser operasyona li bejahiya Karazê hat destpêkirin de, ev agahî hatin dayîn:
"8'ê Mijdarê saet di 07:00 de, artêşa TC li bejahiya gundê Bateytê yê navçeya Amed Karazê, dest bi operasyonê kiriye. Li hemberî leşkerên danê sibehê saet di 08:00 de li girê Bateytê bi cih bûn, hêzên me yên gerîla saet di 10:00 de ji 2 baskan ve çalakiyek pêk anîn. Di encama derbên bi bandor de 5 leşker hatin kuştin û gelek ambûlans çûne cihê bûyerê. Agahiyên berfireh ên li ser operasyonê dema hatin bidestxistin, wê bi raya giştî re werin parvekirin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kri ku ew ê nasnameyên 2 gerîlayên di operasyona li navçeya Amed Pîranê de jiyana xwe ji dest dan, piştre bi raya giştî re aşkera bike.
LI BEDLÎS Û QABILCEWZÊ OPERASYON
HPG'ê da zanîn ku artêşa Tirk roja 7'ê Mijdarê qadên çiyayên Dîrenîş, Sine Mergê û Belodê yên navçeya Êlih Qabilcewzê dest bi operasyonê kir û diyar kir ku beşek ji hêzên operasyonê di 8'ê Mijdarê de xwe vekişand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk ên derketin operasyonê, li herêmê bi cih bûne.
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "5'ê Mijdarê li hemberî qada Şehîd Dêrsim (Naniva) ya Bedlîsê operasyon hat destpêkirin û ev operasyon hînê dewam dike."
BOMBERDÛMAN DIDOME
Di dewama daxuyaniya navendê de, li ser êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî hatin dayîn:
"6'ê Mijdarê saet di 20:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên li derdora herêma Şehîd Kendal a li ser sînorê Heftanînê ye çalakiyek pêk anîn. Mirî û birîndarên leşkeran nehat zelakirin. Her wiha di encama çalakiyeke sabotajê de leşkerek hat kuştin.
8'ê Mijdarê li qada Şehîd Rahîme ya li herêma Oremarê, di navbera hêzên me û artêşa TC de şer derket.
Roja 8'ê Mijdarê saet di nabera 09:30-10:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra li qada Şehîd Gafûr dan; qereqola Oremarê jî bi obus, hawan û tankan herêm bombe kir. Saet di navbera 11:00-12:00 de qereqola Oremarê hawan û obus avêt Deriyê Satê û Girê Şehîd Afad.
8'ê Mijdarê saet di navbera 08.00 - 08.30, 10.30 - 11.00 û 14.30 - 15.00 de qereqola Bilicanê ya li ser sînorê herêma Zapê, obus û hawan avêt Gundê Zerê, girê Şehîd Kahraman û girê Guvenlîkê.
8'ê Mijdarê saet di navbera 12:00-13:00 de qereqola Elemûn a li herêma Metîna, bi obusan kaşê Zendura bombe kir.
Roja 9'ê Mijdarê saet di navbera 01:30-07:00 de li ser herêma Garê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin û dûre balafirên şer li ser herêmê geriyan."