Li AKP'yî û cerdevanan destûrnameya çekan tê belavkirin
Di çarçoveya şerê qirêj ê AKP/Qesrê de, piştî banga 'AKSîlahlanma-Biçekbûna AKP'yiyan' li Kurdistanê destûrnameya bikaranîna çekê radestî AKP'yî û cerdevanan tê kirin.
Di çarçoveya şerê qirêj ê AKP/Qesrê de, piştî banga 'AKSîlahlanma-Biçekbûna AKP'yiyan' li Kurdistanê destûrnameya bikaranîna çekê radestî AKP'yî û cerdevanan tê kirin.
Di çarçoveya polîtîkayên şerê qirêj ên rejîma AKP/Qesrê de, ku li ser dijminatiya li Kurdan tên meşandin, destûrnameya bikaranîna çekê ji qoriciyan re tê dayîn. Bi vê destûrnameyê re wê êdî cerdevan karibin li her deverê bi çekê bigerin. AKP'yî û qoricî wê êdî karibin bi hêsanî vê destûrnameyê bigirin û di nava gelê sivîl de bi çekê bigerin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest; li Riha û Semsûrê serlêdanên qoricî û AKP'yiyan ên ji bo girtina destûrnameya çekê zêde bûne.
BI RENGEKÎ VEŞARTÎ AKP'YÎ Û CERDEVAN TÊN BIÇEKKIRIN
Rejîma AKP/Qesrê ji alîgir û sîxurên xwe re serbest dike ku di nava civakê de bi çekê bigerin. Bi vî awayî alîgirên xwe bi rengekî veşartî bi çek dike. Piştî nûçeyên "Aksîlahlanma-Biçekbûna AKP'yiyan" ên di medyayê de hatin weşandin, AKP'yî û qoriciyan bi lez û bez ji bo girtina destûrnameya bikaranîna çekê, serlêdan kirin. Ji van kesan re yek bi yek destûrnameya çekê tê dayîn.
LI KURDISTANÊ ZÊDEYÎ 100 HEZAR CERDEVAN HENE
Amadekariya destpêkê ya vî karê rejîma AKP/Qesrê par bi girtina 7 heta 10 hezar qoriciyên nû, dest pêk ir. Li gorî hejmarên fermî, bi qasî 100 hezar cerdevan wê di nava konsepta şerê qirêj a AKP/Qesrê de cih bigirin. Ev kesên di nava sîstema cerdevaniyê ya li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de cih digirin, ji aliyê rêveberiyê ve bi qeymeqamtiyê, ji aliyê 'pîşeyî' ve bi Fermandarê Yekîneya Jendermeyan ve girêdayî ne û di bin fermana wan de ne.
BI RÊYA AKP'YÎ Û CERDEVANAN WÊ ZEXT Û ZOR LI GEL BÊ KIRIN
Ev biçekkirina alîgirên AKP'ê û rejîmê, gefeke vekirî li gelê sivîl e. Rejîma AKP/Qesrê dixwaze bi polîtîkaya zext û zilmê ya vê yekê re mûxalîfan bêdeng bike. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a li ser sîstema cerdevaniyê, ji sala 1990'î û vir ve 183 kes ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin, 259 kes jî hatin birîndarkirin. Di Gulana 2009'an de li gundê Bîlge yê navçeya Şemrex a Mêrdînê, 44 kes ku 7 jê zarok bûn hatin kuştin. Kujer Mehmet Çelebî 17 salan cerdevanî kiribû. Di heman demê de rastiyeke ku li Kurdistanê bi nasnameya qoricitiyê bazirganiya narkotîkê û çekan jî tê kirin.