Li 4 bajaran operasyonên qirkirina siyasî: 12 binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi talîmatên AKP/Qesrê didomin. Qesra ku nikare berxwedana gelê Kurd bişkîne, lez da operasyonan. Di vê çarçoveyê de li Riha, Sêrt, Mêrdîn û Colemêrgê 12 kes hatin binçavkirin.

Li Riha, Sêrt, Mêrdîn û Colemêrgê 12 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi talîmatên AKP/Qesrê didomin. Qesra ku nikare berxwedana gelê Kurd bişkîne, lez da operasyonan. Di vê çarçoveyê de li Riha, Sêrt, Mêrdîn û Colemêrgê 12 kes hatin binçavkirin.

RIHA

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser malan de girt û 5 kes binçav kirin. Polîsên ku danê sibehê li taxên Şirnex, Emîroglu û Yeniyê bi ser malan de girtin mal serobino kirin û dest danîn ser amûrên elektronîk û hat ragihandin ku welatiyên bi navên Mehmet Alî Îzcî, Mahmut Înan, Mustafa Tamamboga, Salîh Gulpinar û Ecevît Gokalp hatine binçavkirin.

Ji 5 kesên ku mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, hat ragihandin ku Mehmet Tamamboga birine Dîlokê û Mehmet Înan, Salîh Gulpinar, Ecevît Gokalp û Mehmet Alî Încî jî birine Mêrdînê. SÊRT

Li navçeya Xana Hewêl a Sêrtê jî danê sibehê bi ser malan de hatin girtin. Di serdegirtinan de Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Huseyîn Tayfûr, Yilmaz Karasû û Mûstafa Altintaş hatin binçavkirin.

MÊRDÎN

Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, tîmên taybet li taxên Bahçelîevler û Zeytînpinarê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Mahsûn Şen, Mûrat Aksîn û Omer Ersû hatin binçavkirin. Şen, Aksîn û Ersû birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê polîsan bi ser mala mamosteyê bi navê Tarik Aslan ê li Lojmanên Perwerdehiya Mîllî ya li Taxa Daggoliyê ye girtin. Piştî lêgerîna li malê compîter û wesayîta Aslan ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin û ji bo lêpirsînê jî ew birin Şûbeya TEM'ê.

Hat zanîn ku Aslan ji ber dozeke xwe yî li Dîlokê hatiye binçavkirin.