Li 20 bajaran piştgiriya ji bo greva birçîbûnê

Li 20 bajaran piştgiriya ji bo greva birçîbûnê

Li Êlih, Semsûr, Sêrt, Şirnex, Çinar, Antalya, Îzmîr, Riha, Edene, Dêrsim, Nisêbîn, Sîlopî, Cîzîrê, Sixkê, Bazîd, Colemêrg, Bêdlîs, Erdîş, Gole û Kopê bi hezaran kes derketin kolanan û xwestin ku her kes qerîna li girtîgehan bibhîze û derkevin kolanan. Bi hezaran kesan xwestin ku daxwazên girtiyên PKK'yî û PAJK'iyan bên qebûlkirin.

ÊLIH

Platforma Demokrasiyê ya Êlihe ji bo daxwazên girtiyên PKK'yî û PAJK'î yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên gelê kurd di 12'ê Îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin û 48 rojin diome, çalakiya greva birçîbûnê ya li ber Sînemaya Yilmaz Guney berdewam dikin. Platformê di çalakiyê de pankarta ku navê 14 girtiyên di girtîgeha Êlihê de di çalakiyê dene vekir û li ser "Gırtiyen azadiyé rumetamene, daxwazén wan daxwazén me ne" ve vekir. Koma Petrol-Îş'ê çalakî dewrî rêveberên SES'a Batmanê kir.

SEMSÛR

Rêxistina BDP'ê ya Semsûre jî diyar kir ku diyar kir ku dê sibê di pêşengiya YAKAY-DER'ê ji avahiya BDP'ê heta AKP'ê meşekê pêk bînin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Serokê YAKAY-DER'ê ya Semsurê Ali Gozubuyuk, bang li her kesî kir û xwet sibê tev li meşa wan bibin.

SÊRT

Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya TUHAD-DER'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endamên BDP'ê Nezir Gulcan, rêveberên BDP'ê, TUHAD-DER, ÎHD, NÇM, MEYADER, jî di navde bisedan kes amade bûn. Di çalakiyê de slogana "Bijî berxwedana zindana" berz kirin. Girtiyên girtîgehê jî piştgiri dan çalakiyê. Seroke TUHAD-DER'a Sêrtê Îrfan Baykara, bang li her kesî kir û xwest sibê tev li çalayia wan bibin.

ŞIRNEX

Bi sedan kesên ku li ber avahiya BDP'e kom bûn û pankarta "Daxwazên wan daxwazên me ne" û "Biji berxwedana zindana" berz kirin. Rêveberên BDP'ê, Înîyisatifa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER û gelek kesên din amade bûn. Endama Meclîsa BDP'ê ya Jinan Berivan Kayaş, bang li her kesî kir û xwest li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng nemînin.m

ÇINAR

Rêxistina BDP'ê ya Çinarê jî ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva biçîbûnê ya girtiyen PKK'yî û PAJK'î li avahiya BDP'ê dest bi çalakiya grevê kirin.

ANTALYA

Rêxistina BDP'ê ya Antalyayê jî bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnêku 2 roj berê dest pê kiribû îro koma 2'emîn a 15 kesan kir.

ÎZMÎR

Komeleya Piştevaniya Weliyê Xwendekaran (OVDER) ji bo piştgiriyê bide çalakiyê daxuyaniyek niviski da û piştgiriya xwe anî ziman.

RIHA

Li navçeya Serêkaniyê çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê endamê meclîsa şaredariyê Halîm Dayan ve 5 roj berê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku li avahiya BDP'ê ya Serêkaniyê hatibû destpêkirin bi piştgirî û tevlêbûnên nû didome. Îro ji komek endam û rêveberên BDP'ê Adnan Etli ziyaret kir û piştgiriya xwe anî ziman.

EDENE

Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê jî bi boneya balê bikşîne ser çalakiya greva birçibûnê ya bedem û bêdorveger ku sibê di pêşengiya TUHADER'ê de meş bê lidarxistin li ber Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Koma ku li ber girtîgehê daxuanî da bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Di daxuyaniyê de nûnerên sazizyên sivîl ên civakî amade bûn. li ser navê komê endamê HDK'ê Guven Boga daxuyanî da û xwest sibê her kes tev li meşê bibin û jiyanê rawestinin.

DÊRSIM

Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê jî bi heman armancê li ber kolana suka bin zikê erdê kon veda. Piştî kon hate vedan endam û rêveberên BDP'ê û EMEP û gelek partî û komeleyen din amade bûn.

Komê piştre banga meşa sibêya li ber avahiya AKP'ê kir.

NISÊBÎN

Koma endam û rêveberên KESK'ê ya li ber Nûnertiya Egitim Sena Nisêbînê kom bûn, bi tevlêbûna BDP'ê û Şaredara Nisîbinê Ayşe Gokkan, KURDÝ-DER, MEYA-DER û nûnerên saizyên sivîl ên civakî meş pêk anîn.

piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

SÎLOPÎ

Li taxa Cudî ya navçeya Sîlopî jî bi sedan kesên li hev kom bûn, bi heman armancê çalakî pêk anî. Koma ku xwest bieşe rastî astengiyên TOMA vû akrepan hat. Xizmên windayan, Endamên Dayikên Aştiyê, MEYA -DER, KURDÎ-DER û gelek kesên din amade bûn. Komê piştî meş pêk anî di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê jî bi hezaran kesên ku li hev kom bû xwestin heta konê ji bo piştgiriya grevê meş pêk anîn. Meşa ku ji aliylê aktivistên DOKH'ê ve hate lidarxistin endam û rêveberên BDP'ê, şaredar û endamên meclîsê û gelek kesên din amade bûn. Piştî daxuaniyê bi dehan kesan ji bo tev li çalakiya grevê bibin navê xwe nivîsandin.

SIXKE

Li bajaroka Sixkê ya Wanê jî çalakiya greva birçîbûnê ku duh dabûn destpêkirin didome. Îro jî gelek saziyên sivîl û rêveberên BDP'e kom ziyaret kir û piştgiriya xwe anîn ziman.

GOLE

Li navçeya Gole ya Qersê jî li avahiya BDP'ê ya Goleyê bi heman armancê daxuyani da û piştgiriya xwe anî ziman.

COLEMÊRG

Li avahiya BDP'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê çalakiya ku jibo 10 rojan hatibû destpêkirin berdewam dike. Gelek saziyên sivîl û rêveberên BDP'ê kom ziyaret kirin. Di çalakiya îro de ji bo meşa sibê bang hate kirin û hate xwestin ku her kes beşdarî meşê bibe.

KOP

Li navçeya Kopê ya Mûşê ji bo piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê yên girtiyan komek ji 16 kesan pêk tê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger hate kirin. Çalakiya ku li avahiya BDP'ê ya Kopê pêk hat Serokê Rêxistina BDP'ê Sanî Kutmaral, şaredar, endamên meclîsên şaredarî û bajarên giştî jî beşdar bûn. Li salonê dovîzên wekî "Girtiyên azadiyê rûmeta me ne", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Teslimiyet na berxwedaneke bi rûmet","Ne şer aştî, ne mirin çareserî" hatin vekirin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agirî jî ku 2 roj berê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger hatibû kirin, koma yekemîn dewrê koma duyemîn kir. Li ser navê koma yekemîn Parlementerê BDP'ê ya Agirî Halîl Aksoy, diyar kir ku wan çalakiya xwe dewrê koma din kiriye û ew dê hemû xebatên xwe ji bo çalakiya sibê ya dê jiyanê rawestîne re veqetandiye. Aksoy, da zanîn ku ew dê sibê di 12.OO'an de ji ber avahiyê heta şaredariyê meşek li dar bixin û anî ziman ku di vê pêvajoyî de divê kes bêdeng nemîne û li qada bin.

ERDÎŞ

Ji bo bal bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ên girtiyan, li ber avahiya rêxistina BDP'ê ya navçeya Erdîşê ya Wanê daxuyaniya çapemeniyê hate li darxistin. Di nava wan de şaredar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes beşdarê daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de panqartên wekî "Em berxwedana zindana silav dikin", "Ji mirinê re bêdeng nemîn in","Berxwedêrên zindanan di roja 48'emîn de ye" hatin vekirin. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Nûnerê TUHAD-FED a Êrdîşê Fevzî Can daxuyanî da û diyar kir ku ew çalakiya birçîbûnê yên di zindanan de silav dikin û demildestk bila hikumet çareseriyê pêş bixe.

BEDLÎS

Endamên Şaxa Egîtîm Sen ên Bedlîsê jî, ji bo bal bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyan li Tetwanê daxuyanî û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Endamên Egîtîm Senê ji ber avahiya sendîqayê heta avahiya dan û standinê Tatvan Yaşam AVM meşiyan, gelek kes piştgiriyê dane wan. Li ser navê girseyê Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Bedlîsê Savaş Ulku daxuyanî da û diyar kir ku bêdengiya li hemberî çalakiya birçîbûnê ya roja 48'emîn mirovan dixe nava fikaran. Ulku, xwest divê niha gav bê avêtin. Girse piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.