Bi hezaran welatî û nûneren saziyên sivîl ên civakî li Amed, Enqere, Gimgim, Bazîd, Edene, Pirsûs, Serêkaniyê û Nisêbînê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk ketine greva birçibûnê meş pêk anîn û helwesta hikûmetê şermezar kirin. Bi 10 hezaran kesan xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin û pirsgirêk çareser bibe.
AMED
Di pêşengiya TUHAD-DER a Amedê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a bêdem û dorneveger, li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê çalakiya rûniştinê pêk hat. Wesayîtên ji bo malbatên girtiyan û hemwelatiyan bibin girtîgehê ya nêzî 20 kîlometre derveyê bajêr e, ji ber TUHAD-DER û rêxistina BDP'ê ya Amedê bi wesayîtan çûn ber girtîgehê. Di nava wan de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, şaredarên navçeyan, rêveberên ESP'ê, KESK, Înisiyatîfa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî hebûn gelek kes beşdar bûn. Wesayîtên ku ji dûrê girtîgehê sekinîn, hemwelatî bi dirûşmeyan heta ber girtîgehê meşiyan. Li vir panqarta "Bêdengî ji mirinê re hevkariye, em dê çavên xwe ji mirinê re negirin" hate vekirin. Girse bê navber dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Ocalan" hatin avêtin. Li vir dest pê kê dayika girtiyê di çalakiya birçîbûnê de ye Sakîne Demîr, axaftinek kurt kir û çalakiya birçîbûnê di roja 45'emîn de ye lê hê jî dewlet bêdeng e. Demîr, da zanîn ku daxwazên çalagerên birçîbûnê daxwazên yê têne pejirandin e. Demîr, wiha got: "Çalakiyên di girtîgehan de ji bo serokatiya xwe dikin, çima tecrîdê li ser serokatiya me dikin. Em li pey daxwazên zarokên xwe ne. Heke ji girtîgehê darbestek derkeve dê hesaba wî kî bide, êdî bes e bila ev xwîn rawest e."
Piştî Demîr, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, diyar kir ku di destê girtiyan de tenê bedena wan heye û da zanîn ku wî jî ji mirinê re razandine. Baydemîr, wiha got: "Divê em êşên xwe hevpar bikin, pêşerojekî hevpar ava bikin. Heke di girtîgehê de mirinek pêk wer e, ez wek şaredarek nikarim wekî tiştek nebû be li cihê xwe rûnêm. Şaredaritî kirin bila ji Osman Baydemîr re heram bibe."
Piştî daxûyaniyan nîv seat çalakiya rûniştinê pêk hat. Di çalakiya rûniştinê de stranên "Zindana Diyarbekir", "Gerîla" hatin xwendin. Piştî çalakiya rûniştinê, girse bi sirûda "Çerxa şoreşê" heta ber wesayîtan meşiyan.
ÊLIH
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ji bo bal bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger yên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê çalakiya rûniştinê pêk anî. Di nava wan de Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Ayşe Agilgat û Şeyhmûs Azboy, Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel jî hebûn gelek kes beşdar bûn. Ligel baranê hemwelatî di seatên serê sibê ber bi girtîgehê ve hatin. Ji nava girtîgehê ji hêla girtiyan ve dirûşme hatin berz kirin û girse jî bê navber dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Ocalan" bersiv da. Di çalakiya ku jin zêde bûn de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Navendî ya Êlihê Şukru Topkan, diyar kir ku divê her kes ji bo girtiyan bibe yek û ji bo girtiyan her qadî bikin qada çalakiyê. Piştî Topkan, Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat jî, ji bo mitînga sibê bangewazî kir. Akat, da zanîn ku ji bo mitînga sibê pêk were her kes bi hebûn û tunebûna xwe tevlî bibe. Piştî axaftinan, girse bi dirûşmeyan ji ber girtîgehê veqetiya. Ciwanan jî qilûbeyên nobetê ya girtîgehê dan ber keviran.
ENQERE
Li Enqereyê jî bi heman armancê endamên Hêza Demokrasî û Kedê ya Enqereyê li ber avahiya BDP'ê kom bûn û heta avahiya AKP'ê meşek girseyi pêk anîn. Girseyê di meşê de pankarta "Greva birçibûnê ket roja 45'an, ne mirin çareserî" vekirin û bê navber sloanên "Li hundir û derve hucreyan perçe bike", "Slav slav ji Îmraliyê re hezar slav", "Bijî Serok Apo", "Ji mirinê re bes e, bila muzakere dest pê bike" berz kirin. Polîsan li ber avahiya AKP'ê bi 3 TOMA û maşîneyan barîkat danî û destûr nedan ku girse çelenga reş dînin ber avahiya AKP'ê. Piştre li ser navê girseyê 5 kesan çeleng danî ber avahiya AKP'ê. Piştre Serokê BDP'ê yê Enqereyê Ahmet Aday çeleng danî û daxuyanî da. Aday, helwesta hikûmetê şermezar kir û xwest bi lezgîn gavan bavêje. Ahmet Aday, da zanîn ku girtî ji bo mafê xwe yên demokratîk 45 roin di grevê dene û hêj hikûmet bêdeng e. Aday, da zanîn ku bi awayekî fîîli rojiya mirinê dest pê kiriye û xwest hikûmet bi lezgîn daxwazen girtiyan bibersivîne.
Aday, destnîşan kir ku TUHAD-FED dê ji 30'ê Cotmehê heta 4'ê Mijdarê çalakiyan pêk bîne û xwest her kes tev li çalakiyê bibe. Girseyê li vir "Çerxa şoreşê" xwend û bê navber sloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kir.
GIMGIM
Li navçeya Gimgimê jî bi minasebeta Cejna Qurbanê girseyê goristan ziyaret kirin. Di ziyarta goristanan de Parlementerê BDP'ê Demîr Çelik, endamên BDP'e yên navendî, Şaredara Gimgimê Gulşen Deger û gelek kesên din amade bûn. Di ziyareta goristanan de Çelik, diyar kir ku li Tirkiyeyê girtî ji bo daxwazên xwe yên rewa 45 rojin di grevê dene û ji ber hikûmet bersivê nade ev çalakî vegeriya ye rojiya mirinê. Çelîk bang li her kesî kir û xwest li çalakiyê xwedî derkevin.
LI AVAHIYA BDP'Ê YA GIMGIMÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ'
Li aliyê din girseya ku goristan ziyaret kir li avahiya BDP'ê ya Gimgimê kesên bi heman armancê ketine grevê ziyaret kir û piştgirî da wan. Piştî daxuyaniyê komekê li avahiya BDP'ê ya Gimgimê dest bi çalakiyê kir.
BAZÎD
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi heman armancê Konê Nobeta Demokratik hate vedan. Piştî kon hate vedan, serdana Konê Nobetê bi girseyî didome. Şaredara Bazidê Canan Korkmaz, Serokê BDP'a Bazîdê Îbrahim Kaya û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî kon ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
EDENE
Rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên Edeneyê jî bi heman armancê kesên ku li Şaxa TUHADER'ê ya Edeneyê ketine grevê ziyaret kir. Di ziyareta çalakvanan de Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Naife Aydin, diyar kir ku hikûmetê cejn li wan heriand û zarokên wan 45 rojin di grevê dene. Aydin, anî ziman ku ew dê her tim bi rêberê xwe re bin û li pey doza zarokên xwe bin.
Seroka TUHA-DER'a Edeneyê Saniye Seçkin jî anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in û dê heta dawî li daxwazên wan xwedî derkevin. Di ziyaretê de banga mîtînga ku di 28'ê Cotmehê de li Edeneyê pêk bê hate kirin û xwest her kes tev li mîtîngê bibe.
PIRSÛS
Li avahiya BDP'ê ya Pirsûsê jî bi heman armancê endamên BDP'ê û KCD'ê jî di navde 10 kesan ji bo piştgiriya daxwazên girtiyan ji bo 2 rojan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir.
SERÊKANÝYÊ
Li navçeya Serêkaniyê jî greva ku duh li avahiya BDP'ê dest pê kir didome. Çalakiya ku ji bo piştgiriya girtiyan duh hate destpêkirin îro bi komek din berdewam kir. Di guhertina nobetê de Endamê Meclîsa şaredariyê Halim Dayan, diyar kir ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in û dê heta dawî li daxwazên wan xwedî derkevin.
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî piştî bi hezaran kesan li Navenda Çandê ya Mitannî nimêja înê kir, ber bi Kolana 27 Mayisê ve meş pêk anî. Di meşê de hevserokên BDP'a Mêrdînê, Şaredar û endamên meclisê ya Nisêbînê, nûnerên MEYA-DER, KURDÎ-DER, Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê aktîvîstên DOKH'e ji di navde bi hezaran kes meşiyan. Girseyê bê navber sloganên "Biji berxwedana zindanan", "PKK gel e, gel li vir e" "Bijî Serok Apo", "Ocalan", qêriyan. Piştî meşê banga berxwedanê hate kirin.
BÛRSA
Li Bûrsayê jî çalakiya ku li avahiya BDP'ê ya Bûrsayê berdewam dike. Endamên Meclîsa BDP'ê û Rêveberên BDP'ê koma ketine grevê ziyaret kir û diyar kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan.