Bi hinceta ku mazota qeçax ji Îranê tînin, du Kurdên ku xwestin li ser bajarê Hoyê derbazî navçeya Miksê ya Wanê bibin ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin qetilkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di demjimêrên serê sibehê de du kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Mikaîl û Cibraîl yên xwestin mazota qeçax ji bajarê Hoy yê Îranê derbazî navçeya Miksê ya Wanê bibin, di noqteya sînor de ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin gulebaran kirin. Du kurdên ku di encama gulebaranê de ji gelek cihên xwe gule xwarin, ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin girtin û birin bajarê Hoyê. Dema ku bûyer hate bihîstin, kesên ku ji bajarê Miksê xwestin biçin herêmê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.
Li gorî tomarên ANF’ê li gel van kesên navborî ji serê sala 2012 ve herî kêm 32 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.
DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN
Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.
DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ
Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.