Leşkerên Tirk li sînorê Başûrê Kurdistanê ciwanek gulebaran kirin

Leşkerên Tirk, ciwanê bi navê Muhannet Abid Xelef ê dixwest ji Başûrê Kurdistanê derbasî Silopiya bibe gulebaran kirin. Lingê Xelef ê rakirin nexweşxaneyê ku hat jêkirin, hat diyarkirin ku ji bo Xelef bilez xwîn pêwîst e.

Leşkerên Tirk, ciwanê bi navê Muhannet Abid Xelef ê dixwest ji Başûrê Kurdistanê derbasî Silopiya bibe gulebaran kirin. Lingê Xelef ê rakirin nexweşxaneyê hat jêkirin. Hat diyarkirin ku ji bo Xelef ê gurçikê wî îflas kirine bilez xwîn pêwîst e.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, leşkerên Tirk 9’ê Tebaxê li navçeya Silopiya ya Şirnexê, leşkerên Qereqola Sînor a li sînorê Başûrê Kurdistanê dinêre komeke sîvîl a ji 10 kesan gulebaran kirin. Di gulebarana leşkeeran de Muhannet Abid Xelef (19) bi giranî birîndar bû. 9 kesên din ên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin û dersînorkirin. Xelef ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dil a Zanîngeha Dîcle. Lingê Xelef ku hat jêkirin, ji ber zêde xwîn winda kiribû jî her du gurcikên wî ketin rewşeke ku êdî nexebitin.

Hat diyarkirin ku rewşa Xelef hê jî cidî ye. Birayê Xelef, Emced Abid Xelef, diyar kir ku birayê wî ji bo xizmên xwe yên Êzidî yên li kampên Bakurê Kurdistanê dimînin ziyaret bike xwestiye bi rêyên qaçax sînor derbas bike û di gulebarana leşkerên Tirk de birîndar bûye. Xelef got ku birayê wî bi zanebûn dereng rakirine nexweşxaneyê, lewma zêde xwîn winda kiriye û lingê wî yê çepê jêkirine.

Her wiha hat ragihandin ku ji bo Xelef acil pêwîstî bi xwîna 0 Rh (+) heye. Kesên bixwazin xwîn bidin pêwîst e serî li Navenda Xwînê ya Zanîngeha Dîcle bidin.