Leşkerên Tirk li rêya Ebex-Bazîdê xendek kolan!
Leşkerên Tirk li rêya Ebex-Bazîdê xendek kolan û derbasbûyinan asteng dikin.
Leşkerên Tirk li rêya Ebex-Bazîdê xendek kolan û derbasbûyinan asteng dikin.
Leşkerên Tirk li rêya Ebex-Bazîdê ku li qûntarê Çiyayê Tendurekê ye û ji ber şer jî ev demek dirêj e girtiye, xendek kolan û derbasbûyinên li ser vê rêya navborî jî asteng dikin.
Li Çiyayê Tendurekê ku beriya 2 hefteyan 6 leşker lê mirin, operasyona bênavber didomin, Walîtiya Wanê jî destpêkê ev qad wek ‘Herêma Ewle’ îlan kir û piştre jî rêya Ebex-Bazîdê li trafîkê girt. Piştî vê qedexeya bi daxwaza jendermeyan pêk hat, vê carê jî leşkerên Tirk xendek li rê kolan, hewl dide bi bendên axê jî derbasbûyinan asteng bike. Ji wêneyên ku gel kişandine û li hember rewşê nerazî ne, xendek û bendên ku leşkeran çêkirine balê dikşînin.