Leşkerên Tirk 2 kes birîndar kirin

Leşkerên Tirk 2 ciwan birîndar kirin.

Du ciwanê ji pêkhateyên Ereb ên bi navê Ehmed Mihemed Issa û C.E. ku nexwest navê xwe eşkere bikin duh danê êvarê li herêma sînor a rojavayê Serêkaniyê di nava zeviyên xwe de kar dikirin. Ciwan di heman demê de pezên xwe jî diçêrandin. Di wê navberê de pezê wan ber bi sînor ve reviya. Her du ciwanan bi lez berê xwe dan pez da ku pezên xwe ji herêma sînor vegerînin.

Leşkerên Tirk dema ciwanan pezê vedigerandin, gule li her du ciwanan reşandin. Di encamê de her du ciwan birîndar bûn.