Leşkerên ku bi ser mizgeftê de girtin gefa ku ‘ Em ê li ser we gule bireşînin” kir

Leşkerên ku li Wanê bi ser konê sersaxiyê yê endamê YPS’ê Ragip Bîlekçî de girtin, gel bi kuştinê tehdît kirin.

Cenazeyê endamê YPS'ê Ragip Bilekçî (Çekdar Wan) ku di 11'ê Îlonê de li Taxa Şehit Firatê ji bo nekeve destê hêzên dewletê bombe bi xwe de teqand û jiyana xwe ji dest dabû, li Artemêtê hat definkirin. Piştî cenaze li Goristana Kûrûbaşê hat definkirin ji bo Bîlekçî li mizgefta Taxa Kûrûbaşê ya Artemetê konê şîna sersaxiyê hat danîn. Piştî ziyaretê destpê kir, leşkeran bi ser mizgeftê de girt. Leşkeran neheqî li welatiyan kir. Fermandarê Jendirmeyan Koray ê paşnavê wî nehat zanîn, welatiyê bi navê Azmi Tatar darp kir. Fermandar gotinên nexweş ji welatiyan re kir û xwest bi lezgîn şînê bi dawî bikin. Fermandar ferman da leşkeran û welatiyên hatibûn sersaxiyê bi zorê ji mizgeftê derxistin. Fermandar gef li welatiyan kir û got "Ger hûn kon jî vedin, ezê kon bişewitînim."

Bav Îlhan Bîlekçî, bertek nîşanî êrîşkaran da û anî ziman ku ew ji doza xwe venagere. Pişte Wekîlê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan, MEYA-DER, HDP, DBP û sedan kes çûn malbata Bardarçi û malbata Bîlekçî ziyaret kirin.

...