Leşkeran li Îdirê wesayîtek gulebaran kirin: 1 birîndar
Leşkerên Tirk li nêzî gundê Adetlî yê girêdayî navçeya Aralik a Îdirê kamyonetek gulebaran kirin. Şoforê kamyonetê Cemal Aras birîndar bû.
Leşkerên Tirk li nêzî gundê Adetlî yê girêdayî navçeya Aralik a Îdirê kamyonetek gulebaran kirin. Şoforê kamyonetê Cemal Aras birîndar bû.
Leşkerên Tirk li nêzî gundê Adetlî yê girêdayî navçeya Başan a Îdirê kamyonetek gulebaran kirin. Şoforê kamyonetê Cemal Aras birîndar bû.
Leşkerên Tirk li nêzî gundê Adetlî yê girêdayî navçeya Başan a Îdirê kamyonetek gulebaran kirin. Şoforê kamyonetê Cemal Aras (30) ê ji lingê xwe birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê. Aras ê li nexweşxaneyê li ser sedyeyê axivî bi van gotinan: "Jenderma di nîvê gund de li mirovan didin. Ji bo li min nedin ez ber bi rastê rê ve reviyam. Ez gulebaran kirim. 100 gule bikar anîn. Zarokên min hene. Ma ne heyf û guneh e, wê kî hesabê lingên min bide” nerazîbûna xwe nîşan da.
Bavê Aras Kamîl Aras jî got bûyer rû daye di ti olan de nîne.
Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman yê hat nexweşxaneyê û agahî girt, bal kişand ku leşkeran bi awayekî kêfî wesayît gulebaran kirine.