Leşkeran bi îşkenceyê Rojavayiyek qetil kirin!
Leşkerên Tirk, Rojavayiyê bi navê Ebdullah Qûreyş qetil kirin. Derket holê ku Qûreyş bi îşkenceyeke giran hatiye qetilkirin.
Leşkerên Tirk, Rojavayiyê bi navê Ebdullah Qûreyş qetil kirin. Derket holê ku Qûreyş bi îşkenceyeke giran hatiye qetilkirin.
Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava, înfazên xwe yên li hemberî sivîlan didomînin. Ebdullah Qûreyş ê Rojavayî, ji ber ku nîvê malbata wî li Serêkaniya ser xetê û nîvê malbatê jî li Serêkaniya bin xetê ye, beriya sê rojan bi wesîleya cejnê xwest di ser sînor re derbasî Serêkaniyê bibe. Qûreyş xwest ji têlên li ser sînor ê li pêşberî Parka Farûk Çelîk a nêzî Qereqola Deriyê Sînor a li navenda navçeya Serêkaniya ser xetê ye, derbas bibe. Leşkerên Tirk pê hesiyan û ew kirin binçavan. Cenazeyê Qûreyş ê şopên îşkenceyê li ser hebû, piştî rojekê danê sibehê li ser sînor ji aliyê hêzên asayîşê yên Serêkaniya bin xetê ve hat dîtin.
Amîr Qûreyş anî ziman ku kekê wî hatiye binçavkirin û got, "Dema kekê min xwest ji bo dîtina malbata xwe ya li Serêkaniya ser xetê di sînor re derbas dibe, ez li cem bûm. Li nuqteyeke nêzî Qereqola Deriyê Sînor, gava hewl da têlan rake û ji bin derbas bibe, leşkerên ketibûn kemînê, ew girtin. Yek jê fermandar 2 leşker bûn. Wan her du leşkeran têxin nava hezar kesî, ez ê wan nas bikim. Saet derdora 02:00 bû. Leşkeran ew birin Qereqola Deriyê Sînor.
Qûreyş anî ziman ku ew li bendê bû kekê wî serbest bê berdan, lê belê danê sibehê xizmên wan ên li Serêkaniyê agahiya mirina wî dane. Qûreyş der barê îşkenceya li kekê wî hatiye kirin de ev agahî da: "Bi îşkenceyeke li dijî mirovahiyê hatiye kuştin. Li lingekî wî 2, li lingê din 1 û li çavekî wî jî fîşekek, bi giştî birîna 4 fîşekan hene. Neynûkên hemû tiliyên wî yên destê rastê hatine kişandin, rûyê wî ji ber îşkenceya lê hat kirin, nayê naskirin. Cihê vê di ti ol û îmanê de nîne. Îsraîl jî îşkenceyeke bi vî rengî nake. Cihê vê yekê di hiqûqa dijminatiyê de jî nîne. Ev mirovahiyeke çawa ye? Ev dijminatiyeke çawa ye?"