‘Leşker şewatê derdixin’
Komîsyona Ekolojî ya KCD'ê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê li herêmên Kurdistanê yên hatin şewitandin lêkolîn kirin û çavdêriyên xwe bi rêya giştî re parve kirin.
Komîsyona Ekolojî ya KCD'ê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê li herêmên Kurdistanê yên hatin şewitandin lêkolîn kirin û çavdêriyên xwe bi rêya giştî re parve kirin.
Komîsyona Ekolojî ya KCD'ê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê li herêmên Kurdistanê yên hatin şewitandin lêkolîn kirin û çavdêriyên xwe bi rêya giştî re parve kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku herêm di çarçoveya konsepta şer de dixwazin bi temamî wêran bikin û bang li kesên xwezaparêz hat kirin ku bi hev re têkoşînê bilind bikin.
Komîsyona Ekolojî ya KCD'ê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê di 16-18'ê Tebaxê de li Dêrsim, Şirnex û Amedê li herêmên şewat lê derketin û qadên daristan hatin şewitandin lêkolîn kirin û encama lêkolînan bi raya giştî re parve kirin. Hevberdevkê Meclîsa Ekolojî yê Amedê Gultekîn Aydenîz di civîna li KCD'ê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku xerabkirina ekolojî ya herêmê bi temamî di çarçoveya konsepta şer de pêk tê û wiha got: "Tenê mirov ne bi daristanan re bîra çandî ya gelê Kurd û ekolojî bi tamemî tê jêbirin."
'LI DÊRSIMÊ MIROV GELEK DILTIRS IN'
Endamê Komeleya Ermeniyên Mezopotamyayê Mehmet Toprak lêkolînên li Dêrsimê kirin parve kir û anî ziman ku li Dêrsîmê şewata daristanan ji aliyê qereqolan ve pêk tê û wiha got: "Ewil bi guleyan daristan şewitandin. Gelê Dêrsimê gelek diltirs e. Li gorî tiştên ji me re hatin vegotin ji helîkopteran tirtilan diavêjin û zerarê didin xwezayê.
'DAYIKA 102 SALÎ DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE'
Toprak da zanîn ku li Dêrsimê li daristan û zozanan zilam tinene jin li ber xwe didin û bi keyayan re jî hin belgeyên têde çi tê nivîsandin nizanin dan îmzakirin. Toprak bilêv kir ku li herêmê gelek mayîn hene û ji pirsgirêkên herî mezin ên herêmê yek jî mayîn in. Toprak destnîşan kir ku li herêmê nêzî 60 qereqol hene û derdora van qereqolan hemû hatiye şewitandin. Toprak derbirî kir ku li Zozanan Yayladere dayikek 102 salî ji bo balê bikşîne ser şewatan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.
'REZÊ SURYANIYAN ŞEWITIYE'
Ji parêzerên Tevgera Ekolojî û Hawirdorê (ÇEHAV) Denîz Gedîk çavdêriyên xwe yên herêma Şirnexê vegotin û diyar kir ku di nava koma ji Nisêbînê heya Dihê çû de bû û li herêmên çûnê ti tiştek li ser navê zîndewariyê tinebûn. Gedîk anî ziman ku welatiyan got ji helîkopteran madeyek kîmyevî avêtin û wiha got: "Li heman qadê gelek gundên Suryaniyan jî pê bandor bûn. Mal û rezên Suryaniyên di mehên havînê de tên hatine şewitandin."
'JI BO CAREKE DIN LI GUNDAN JIYAN ZINDÎ NEBE HER TIŞTÎ DIKIN'
Gedîk got "Me di nêz de şer dît" û da zanîn ku bi hinceta "ewlehiyê" negihiştin gelek gundan û lê tiştên gundiyan ji wan re gotin gundên berê hatin valakirin û hatin şewitandin careke din bi daristanan re hatin şewitandin û wiha axivî: "Ev yek jî nîşaneya herême bi temamî bê mirov bikin û ji jiyanê bêpar bihêlin e."
'HEYA 10 SALAN LI HEREMÊ TI KES NAMÎNE'
Gedîk çavdêriyên xwe yên têkildarî Cûdî re jî parvekirin û wiha got: "Li vê heremê termîk santral hene. Ev tenê di çarçoveya konsepta şer de na di çarçoveya polîtîkayên enerjiyê de şewat tên derxistin. Gelek gund hatin valakirin û ji bo gund careke din venegerin qada jiyanê her tiştî dikin. Gel her tim di bin zextan de ye. Li vê heremê 10 sal şûnde ti kesên lê bijî namîne. Şewat ewil bîra civakê tine dike."
Gedîk bilêv kir ku wê pêvajoya hiqûqî bişopînin û tiştên tên jiyîn bibin rojeva raya giştî ya navneteweyî.