Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl û Endamê Polîtburoya YNK’ê Kûsret Resûl diyar kir ku ger dewleta TIrk bi rastî çareseriyekek jidil ji bo pirsgirêka Kurd dixwaze, pêngava yekemîn ew e k udivê Abdullah Ocalan bê azadkirin.
Kusret Resûl di rûpela xwe ya malpera Facebookê de diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi tundî, kuştin û girtinan çareser nabe û dê ev yek serhildanan berfireh bike û diyar kir ku ger dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, divê beriya her tiştê Ocalan azad bike.
Resûl bang li hukûmeta Tirk kir ku dest bi diyaloga bi Kurdan re bike û got; “Pirsgirêka Kurd tu carî tundî û piştguhxistinê nayê çareserkirin. Qet berxwedana kurdan bi terornasandin û çewisandinê namire. Divê li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê guhdariya daxwazên kurdan bikin û wekî neteweyekî sereke ligel tevbigerin.”
Resûl hukûmetên ku herêmê hişyar kir û got; “Bi kuştin, lêdan, dardakirin û girtinê serhildan dê mezintir û berfirehtir bibin. Ciwanên Kurd jî bi awayeke germtir dê tevlî serhildanan bibin.”