Kurt: Gera Wezîr Şahîn ya Colemêrgê provokasyone

Kurt: Gera Wezîr Şahîn ya Colemêrgê provokasyone

Wezîrê Navxweyî Îdrîs Namî Şahîn roja arîfeya Cejna Remezanê hate navenda Colemêrgê ev yekê bû sedema rageşiyê. Wezîr Şahîn ji ber protestoyan nêzî demjimêrekê li kafeyekê asê ma. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt piştî wezîr li herêmê lêkolîn kir û diyar kir ku, gera wezîr ya Colemêrgê provokasyone û wiha got: "Geşedanên îro li Colemêrgê hatin jiyîn bi temamî ji aliyê Wezîr ve provokosyon afirand"

Wezîrê Navxweyî Îdrîs Namî Şahîn şevê din hate navenda Colemêrgê esnaf ziyaret kirin û rastî protestoyan hat. Şahîn piştî fitarê bi komeke qelebalik ya parêzvanan derket navanda bajar lê gel bi slogan şahîn protesto kir. Li ser vê yekê parêzvanên Şahîn raste rast derdor gulebaran kirin. Pişt re li navedan bajar polîsan bi bombeyên gazê û ava şind mudaxele li welatiyên kiryariya cejnê dikirin kir û gelek kes ji ber bombeyên gazê bi bandor bûn. 12 welatiyên ji gazê bi bandor bûn li Nexweşxaneya Dewlêtê ya Colemêrgê hatin dermankirin. 3 welatiyên nexweşên astimê li beşa lezgînî di bin kontrolê de hatin girtin.

WEZÎR ASÊ MA

Wezîr Şahîn ji ber artêşa parazvanan ji aliyê rojnamevanan ve jî bi zorê hate dîtin û piştî bûyer derketin Şahîn û kesên pê re nêzî demjimêrekê li kafeyê asê man. Piştî bûyeran rawestiyan Şahîn di bin tedbîrên gelek berfireh de derbasî avahiya Walîtiya Colemêrgê bû. Bûyerên li navenda bajarê berdewam kirin piştî demekê li taxa Pehlîvan û Riya Derdorê belav bûn.

ESNAFAN BDP'YÎ HEMBÊZ KIRIN Û DIKANÊN XWE VEKIRIN

Dema ku li bajar bûyeran berdewam dikir Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt û gelek kesên din li ber otela wezîr lê dima lêkolîn kirin pişt re nexweşxane ziyaret kirin. Di rê de BDP'iyan ji esnafan xwest ku dikanên xwe vekin û piştî ziyareta nexweşxaneyê vegeriyan navenda bajarê û esnaf ziyaret kirin.

'YA HATIYE KIRIN BÊAQILÎ YE'

Kurt û kesên pê re bi welatiyan re sohbet kirin û pişt re têkildarî mijarê de daxuyanî dan. Kurt gera wezîr "bêaqilî" nirxand. Kurt diyar kir ku, gera ji Colemêrgê re hate kirin bi armanc cejnê provoke bike pêk hat û wiha got: "Ya îro li Colemêrgê pêk hat provokosyana wezîr bû. Wezîr ji bo cejna gelê Colemêrgê pîroz bike na, ji bo cejnê provoke bike hate. Rayedarên dewletê yên bajar heke dibe ku bertek çêbibin negotibe ev yekê bi peyvekê 'bêaqiliye'.

Kesê her roj dujînan li vî gelî dike bi kîjan aqîlî şeva cejnê tê bajar. Kesê wisa tê nav gelê bi zarokên xwe kiryariya cejnê dikin diger ramana cejna gel jehr bike ye. Îdrîs Namî Şahîn berê jî hatibû Colemêrgê. Dizane ku gel çiqas li hemberî wî bi berteke. Tu gotinên me ji wî re tune ne."

'GELÊ KURD AKP'Ê DI NAVA XWE DE DAXWAZE'

Kurt da zanîn ku, di meha remezanê de 30 ewlatên vî gelî jiyana xwe ji dest dan û wiha axivî: "Divê Wezîr êdî dest ji vê helwesta xwe berde. Divê êdî zêde cejna vî gelî jehr neke. Ev gel wî di nav xwe de naxwaze. Ji ber vê yekê divê êdî durûtiyê neke." Kurt bilêv kir ku, wezîr ew dewetî ziyareta fitarê nekirin û wiha pê de çû: "Heke helwesta wan baş ba dê walî li me geriya ba û ji me re hatina wezîr gotiba em jî dê dewetî bernameyê hatiban kirin. Em jî dê bi wî re geriyaban. Me jî dê bi wî re ev gel silav kiriban. Lê ew ji bo vê yekê nehatibû. Xwest ku siyaseta kurd tune bike wisa hat. Dibe ew durûbe lê ev gel wisa nîne. Ev gel wisa dê tifbike rûyê durûyan." Kurt destnîşan kir ku, ji ber hatina wezîr keyfxweşiya gel ya cejnê nîvçûyî ma û wiha got: "Di şeva cejnê de ji ber wezîrekî li naveda bajar gule hatin barandin."

Pişt daxuyaniyê Kurt û heyeta pê re li navenda bajar geriya û pişt re derbazî malên xwe bûn.