Kurdistaniyên ji Reimsê hatin Nobeda Azadiyê didomînin
"Nobeda Azadiyê" ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber Konseya Ewropayê destpê kir, tevî seqema zivistanê jî bê navber dewam dike.
"Nobeda Azadiyê" ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber Konseya Ewropayê destpê kir, tevî seqema zivistanê jî bê navber dewam dike.
"Nobeda Azadiyê" ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber Konseya Ewropayê destpê kir, tevî seqema zivistanê jî bê navber dewam dike.
Çalakiya Nobedê ya li bajarê Fransa Strasbourgê ji aliyê Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ve bi daxwaza "Azadiya Ocalan, statuya siyasî ya gelê Kurd" li ber Konseya Ewropayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, bê navber dewam dike. 'Nobeda ji Ocalan re azadî' ku het hefteya xwe ya 139. û 966 roj li dû xwe hişt, ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Fransa Reims ve tê meşandin.
Endamên komê, ku di salvegera 16. a komploya navneteweyî de beşdarî meş û mîtînga protestoyî ya li Strasbourgê bûn, li şûna roja Yekşemê roja Şemiyê nobed dewir girtin.
"BINGEHA QANÛNÎ YA DÎLGIRTINA OCALAN TÊK ÇÛYE"
Çalakgerên ji bajarê Reimsê hatine, ku her roj bi dehan kesî re diyalogê datînin û der heqê çalakiyê de agahiyan didin gotin, "Ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî em li vê derê ne. Armanca me ya bingehîn azadiya Rêberê me ye. Ji ber ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan dibe. Heta ku Rêbertî azad nebe kes nikare behsa azadiya Kurdistanê bike. Heta em encamekê bi dest bixin, em ê çalakiya xwe dewam bikin."
Endamên komê gotin, "Piştî ku 10 mîlyon 328 hezar îmzeyên ji bo azadiya Ocalan radestî Konseya Ewropayê hatin kirin, bingeha qanûnî ya dîlgirtina Ocalan têk çûye" û bang li welatên Ewropayê kirin ku van îmzeyan li ber çavan bigirin û ji bo azadiya Ocalan bi berpirsyarî rabin.
DI HILBIJARTINAN DE DESTEKA JI BO HDP'Ê
Çalakgeran ji bo hilbijartinên giştî yên meha Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî gotin, "Em di pêvajoyeke gelekî hesas û girîng de ne. Şerê hebûnê tê dayîn. Yekane hêza dikare li hemberî sîstema heyî li ber xwe bide, HDP ye. Bi vê têgihiştinê divê em ji bo hilbijartinê bixebitin."
Çalakgeran serketina Kobanê û pêngava azadkirina Rojava jî silav kirin û xwestin PKK a ji bo mafên gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn têkoşîna rûmetê dimeşîne, ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' were derxistin. Çalakgeran bi taybetî bang li ciwanan kirin ku xwedî li çalakiya nobedê derkevin.
10,3 MÎLYON ÎMZE HATIBÛN RADESTKIRIN
Nobeda Azadiyê ku çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye, heta niha ji aliyê bi sedan kesî ve hat meşandin. Di çalakiyê de bi sed hezaran belavok û broşur hatin belavkirin. Di çarçoveya çalakiyê de zêdeyî 21 hezar îmze hatin komkirin, bi zêdeyî 40 hezar kesî re diyalog hat danîn. Di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Ocalan de ji welatên parzemînên Ewropa, Amerîka Başûr û Afrîkayê, li gel Kurdistan û Tirkiyeyê 10 mîlyon 328 hezar îmze di hefteya bihurî de radestî saziyên pêwendîdar ên Konseya Ewropayê hatibûn kirin.