Kurdên li Ewropayê dijîn bi armanca piştgiriyê bidin girtiyên ketine greva birçîbûnê daketin qadan. Li gelek welatan li ber avahiyên parlamentoyê çalakiya runiştinê pêk hat.
Di 30’ê cotmehê de ku wekî ‘roja berxwedana topyekun’ hate îlankirin, kurdên li Ewropayê dijîn jî derxistin qadan.
Li Swîsre, Swêd, Awustralya, Îngîlîstanê li ber avahiyên parlamentoyê çalakiyên runiştinê pêk hatin.
LI BASELÊ ÇALAKIYA RUNIŞTINÊ YA DU ROJAN
Li ser banga Saziyên kurd yên Swîsreyê kurdan di navbera 30-31’ê cotmehê de li ber parlamentoya Baselê çalakî pêk anî.
Bi banga Federasyona Komeleyên Kurd yên Swîsreyê-Fekar, Yekitiya Elewiyên Demokratîk, Meclisa Jinan a Berîtan, Tevgera Jinan a Demokratîk ya Swîsreyê, Meclisên Gel yên Bern, Basel û Zurîch 500 kes li ber Parlamentoya Baselê hatin cem hev û çalakî pêk anîn. Çalakiya runiştinê ya ku saet di 14.00’an de dest pêk kir di heman demê de dê têkevin greva birçîbûnê ya du rojan.
Piştgiriyeke din ya ji bo girtiyan jî ji Swêdê hat. Li paytext Stockholmê kurd li ber avahiya parlamentoyê hatin cem hev û çalakî pêk anîn.
BILA HIKÛMETA SWÊDÊ BIKEVE DEWRÊ
Ligel ku polîsan çalakî asteng kir jî kurdan da zanîn ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin. her wiha kurdan onlukên ku liser ‘Ji bo Ocalan azadî’ ‘bila mafê perwerdê bê dayîn’ li xwe kirin.
3 kesên ku çalakgeran temsîl dikin li avahiya parlamentoyê bi rayedaran re hevdîtinê dikin. Çalakgeran da zanîn ku grevê birçîbûnê hatine sînorê mirinê û ji hikûmeta swêdê xwest bikevin dewrê.
LI ÎNGÎLÎSTAN Û AVUSTRALYAYÊ JÎ PEYAM
Li Londonê jî kurd û tirkan piştgirî dan vê biryara berxwedana topyekun ya 30’ê cotmehê û li ber avahiya Îngîlîstanê çalakiya runiştinê pêk anî.
Kurdên li Awustralyayê dijîn jî li ber Parlamentoya Eyaleta Vîctoria çalakî Pêk anîn û piştgirî dan çalakiyê.
ÇALAKIYA LI BER PARLEMENTOYA STUTTGARTÊ SIBÊYE
Kurdên li bajarê Stuttgart ya Almanyayê dijîn dê sibê li ber Parlamentoya Eyaletê çalakiya runiştinê pêk bînin. roja pêncşemê kurd dê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin û dê roja şemiyê jî li Schlossplatz mîtîngekê pêk bînin.
Li paytexta Belçîka Brukselê jî li ber Parlamentoya Ewropayê çalakiya runiştinê dê di navbera 1-8’ê mijdarê de çalakî bidome.
KON-KURD’ê bang li kurdên li Belçîkayê dijîn kir û got bila bên ber Parlamentoya Ewropayê.