Koordînasyona Rojava piştgirî da daxuyaniya Viyana
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Rojava piştgirî da encama civîna Viyanayê û diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û pirrengî ew amade ne.

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a her sê Kantonên Rojava der barê civîna Viyanayê û encamên wê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Koordînasyona Rêveberiya Xweser piştgiriyê dide encama civîna Viyanayê ya ku di 14’ê Mijdara 2015’an de hatiye aşkerakirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku desteyên siyasî, leşkerî û sivîl ên di bin banê Rêveberiya Xweser de ji bo bidawîkirina terorê wê hemû hêz û derfetên xwe bikar bînin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Koordînasyona Rêveberiya Xweser hevkarekî bingehîn û aktîf ê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ye û wê hewldanên xwe yên hevkariyê bidomîne. Koordînasyon ji bo herêmên ku ji destê çeteyên DAIŞ û El-Nusra têne derxistin, ji bo jinûve rêxistinkirina herêmê, xizmetguzarî ku karibe debara jiyanê bike û hemû pêwîstiyên aramiya civakî ya di nava pêkhateyan de bicih bîne, wê kar bike.”
Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bêyî guhertineke bingehîn di sîstema siyasî û avakirina sîstema Sûriyeya pêşerojê ya pirrengî û ne navendî ku xwe bispêre rêgezên demokrasiyê ti rêyên çareserkirinê tine ne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê ev sîstem li ser bingeha rastiyên dîrokî û erdnîgarî yên herêmê, taybetmendiyên gelên Sûriyeyê bi civak, çand û baweriyên wê were avakirin, destûreke hevbeş ku mafên neteweyî yên gelê Kurd li gorî hevpeymanên navneteweyî were misogerkirin bê çêkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em amade ne ku piştgiriyê bidin heyetên Neteweyên Yekbûyî di karê wî yê avakirina sîstemeke siyasî û danîna destûreke nû ya Sûriyeyê de.”