Koordînasyona Kantonên Rojava êrîşa li Giyadînê şermezar kir

Koordînasyona Rêveberiyên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, operasyon û êrîşa artêşa Tirk a li navçeya Agiriyê şermezar kir.

Koordînasyona Rêveberiyên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, operasyon û êrîşa artêşa Tirk a li navçeya Agiriyê şermezar kir.

Kordînasyona Meclîsên Rêveber ên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê der barê êrîşa leşkerên Tirk a li navçeya Agirî Giyadînê de, ku di encamê de gerîlayekî HPG’ê û rêveberekî berê yê HDP’ê jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Artêşa Tirkiyê cemawerên gelê me yê destvala li  Giyadînê ya herêma Agiriyê gulebaran kir. Êrîş dema ku gelê me dar diçandin pêk hat û serokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Giyadînê Cezmî Bûdak jiyana xwe ji dest da û gelek welatî di vê êrîşa hovane de birîndar bûn.

Em weke Koordînasyona Giştî ya her sê Kantonan vî karê gunehbarî ku ji hêla rejîma Tirkiyê ve bi serê gelê me yê Kurd ê destvala û siyasetmedarên kurd de hatiye kirin, gunehkar û şermezar dikin. Em pakrewan Cezmî Bûdak weke pakrewanê azadî û demokrasiyê bibîr tînin. Em soz didin ku em ê şopdarên bîranîna wî bin di tekoşîna ji bo rêveberiyeke azad di Kurdistaneke azad de. Her wiha em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê dixwazin û şifaya lezgîn ji birîndarên xwe yên li Bakurê Kurdistanê re dixwazin."