Konseya Rêveber a KNK'ê kom bû

Konseya Rêveber a ku di Kombûna (Civata) Giştî ya 15. de hatibû hilbijartin, civîna xwe ya yekemîn di 18´ê mijdara 2015´an de li navenda KNK´ê pêk anî. Encamê kombûnê bi daxuyaniyêk hat aşkerakirin.

Konseya Rêveber a ku di Kombûna (Civata) Giştî ya 15. de hatibû hilbijartin, civîna xwe ya yekemîn di 18´ê mijdara 2015´an de li navenda KNK´ê pêk anî. Di kombûnê de li gor rojeva destnîşankirî, rewşa siyasî ya Kurdistanê ya Rojhilata Navîn û ya Cihanê bi berfirehî hat giftûgokirin û şîrovekirin. 

Her wisa Kombûna Civata Giştî ya 15. hat nirxandin. Di civînê de kar û erkên xebata KNK´ê hatin kifşkirin û li endaman hatin parvekirin, komîsiyon û komîteyên pêwîst hatin avakirin. 

Piştre li gorî pêşniyarên ku di Civata Giştî de hatibûn pêşkêşkirin, plansaziya xebatên dema pêş hat amadekirin.

REWŞA DAWÎ YA LI KURDISTANÊ

Konseya Rêveber a KNK'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de li ser nîqaşên der barê rewşa siyasî, bûyer û qewimînên li Kurdistan û Rojhilata Navîn de ev nirxandin hat kirin:

"Kurdistan û Rojhilata Navîn bi giştî, li benda guhertinên nû ne. Roj bi roj bûyerên nû yên siyasî û leşkerî derdikevin holê. Lew ev navçe, Kurdistan jî di nav de, di pêvajoyeke tevlîhev û bi Qeyran de derbas dibe. Pirsa Kurdistanê bi hemû giraniya xwe ve êdî hilketîye serê rojeva navçeyê û ya cîhanê. Kurdistan bûye navenda çareseriya aştî û aramîya Rojhilata Navîn. Lew neyar û nehezên azadî û demokrasiyê bi pîlan û desteka welatên dagirker bi hemleyeke programkirî bi rêya rêxistina DAIŞ´ê êrişî Kurdistanê dikin. Li hemberî wan hêzên dirinde, hêzên parastina Kurdistanî mil bi milên hevdu bê guhdana sinorên destkird, di berxwedan û tekoşînê de ne û ax û destketiyên Kurd û Kurdistanê diparêzin. Têkoşîna Kurdistaniyan, pêkhatina statuya federal li başûr (mixabin her çendê niha di krîzeke îdarî û qanûnî de derbas dibe), avabûna statûya xweserî ya demokratîk li Rojava û pozîsyona bi giştî ya Kurdistaniyan a demokratîk, civakî(sosyal) û sekular bala dinyaya demokratîk kişandiye ser Kurdistanê. Di nîveka sîstemên paşverû yên Rojhilata Navîn de, Kurdistan bi norm û rengên pêşverû û demokratîk, ber bi pêş ve diçe.

Kurdistan wekî welatekî pir etnîk, pir olî û bawerî, bi hinek kêmasî û qusûran be jî, li ser bingeha azadî, wekhevî û dadperweriyê gav bi gav ava dibe. Kurd û bi giştî Kurdistanî di vê pêvajoa avabûnê de hem di nav xwe de şoreşeke civakî û demokratîzasyonê pêk tînin, hem jî li welat û dewletên derdora xwe, rê li ber pêkhatina demokrasiyê vedikin. Bi awayekî din Kurdistanî, hem xwe û hem jî navçeyê demokratîze dikin. Ev pêvajoa pêşkevtî êdî hatîye qonaxeke hin bilind, ku vegera ji vê rêyê ne gengaz(mumkûn) e. Kurdistaniyan derî li rizgarî û azadiyê vekirîne û ber bi serfiraziyê bi rê dikevin. Hindî ku giyanê têkoşîna azadî û mirovahiyê bilind dibe, destketî jî zêde dibin û bizava parastinê jî pêş dikeve.  

Pêşketinên li cografyaya Kurdistanê tên dîtin, cihê geşbûniyê ne. Hebûna sitatûya li Başûr û azadbûn û avabûna Rojava, ji Dîcleyê heya Feratê, ronahî û enerjiyê dide têkoşîna neteweyî û demokratîk. Li Bakurê Kurdistanê û her weha pêşketina bizava neteweyî û niştîmaniyê ya li Rojhilata Kurdistanê, baweriya Kurdistanîyan ya bi rizgarî û azadiyê xurttir dike. Di vê çarçoveyê de rol û erkên neteweyî û niştîmanî yên Kurdistanyan jî mezintir dibin. 

BANGA JI BO HDP'Ê

Piştî lêgerên aştî û çareseriyê yên li Bakur, di encama mûdaxeleya lihevhatina Dolmabahçeyê ya di 28´ê Sibata îsal de ku ji alî Teyib Erdogan ve ew pêvajo hat rawestandin û hevdîtin hatin qutkirin, Dewletê dest bi şerekî neîlankirî kir û piştî derencamên hilbijartinên 7´ê Hezîranê ku pêşbînî û viyana Erdogan û AKP´ê nehatin cih, ji bilî îlankirina şer tu elternatîvek nedan ber çavan. Di 24´ê Tîrmehê ku rastî roja salvegera peymana Lozanê tê, bi 75 balefirên cengê êrişî ser Herêmên Parastinên Medyayê kirin. Her weha li çend bajar û bajarokên Kurdistanê nearamî çêkirin û qetlîam pêk anîn. Bi vê yekê dewletê rûyê xwe yê sîstema înkar û dujminatiya Gelê Kurd û Kurdistanê eşkere kir. Ji ber ku nehiştin hikumet bê avakirin, careke din Di 1´ê Mijdara 2015´an de wê hilbijartin pêk bê. Gelê me li bakur, êdî ne mumkin e ku xwedî li doz û hebûna xwe dernekeve. Em di wê bawerîyê de ne ku bi rêya demokrasiyê û dengdanê, vê carê jî, wê gelê me destketiyên mezintir bi dest bixe û dewletê neçar bike û bîne ser rêya diyalogê.

KNK, li Bakur bang li Gelê Kurd û Kurdistaniyan, li hemû kesên azadîxwaz û demokratxwazên Tirkiyê dike ku di roja 1´ê Mijdarê de biçin ser sindoqên hilbijartinê û dengên xwe bidin HDP´ê. 

Her wiha di serî de bang li gelê me yê li Ewropayê û li derveyî welêt dike ku heta 25´ê Mijdarê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP´ê.

Em bi tundî bûyera qetlîama Enqerê şermezar dikin. Em dibînin ku desteka siyasî û pratîkî ya hikûmeta Tirkiyeyê li pişt wê terorê ye. Lewma em daxwazê ji civaka navneteweyî dikin ku bi cidî lêkolînan li ser vê qetlîamê bikin.

PIŞTGIRIYA JI BO BIRYARA BÊÇALAKÎTIYÊ YA KCK'Ê

KNK, piştggiriya rawestandina çalakiyên ku ji aliyê KCK´ê ve pêk hatiye, dike, silav dike û bang li Dewleta Tirkiyê dike ku ew jî êrîş û operasyonên xwe rawestînîn, derî li ber pêvajoya çareserîyê vekin.

Ji bo selametiya pêvajoyê û gihiştina armanca lihevhatinê, di sêrî de divê Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtîyên polîtîk bên serbestberdan.

KNK, di sêrî de bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropayê, Konseya Ewropayê û hemû dezgehên navneteweyî û dewletên pêwendîdar dike ku ji Tirkiyeyê bixwazin, da ew jî operasyonên xwe yên leşkerî rawestîne û bizivire ser maseya muzakereyê. Her wiha em ji heman hêzan dixwazin ku hewl bidin, da ku li Tirkiyeyê hilbijartin bi atmosfereke demokratîk derbas dibe.

BANGA WERWERIYA QANÛNÎ LI DESTHILATDARIYA BAŞÛR HAT KIRIN

Ev du sal in, Başûrê Kurdistanê di nava rewşeke xerab ya aborî û şerê li hember DAIŞ´ê de ye. Ev rewşa han ku egerên wê aşkere ne, ti bi şêweyekî xizmetê ji doza civak û xelkê Kurdistanê re nake! Her weha ji rojeva îro ya xebat û tekoşîna gelê me û xebatên ji bo bidestveanîna demokrasî û mafên mirovan re jî nake. Mixabin, bandorên nerênî li ser giringîdayînên navneteweyî yên ji bo gelê me pêk hatine, dike. Ji ber vê hindê aramkirina rewşê û guhdana daxwazîyên xelkê, ji bo berpirsîyarên serdariya hikumet û alîyên beşdar tê da, erkeke dîrokî, netewî û niştîmanî ye.

Civîna Konseya Rêveber a KNK ê, li ser vê rewşa li Başûr rawestiya, bi dirêjî şirove kir û aliyên çareseriyê jî dan ber çavan û ev biryarên giring ên li jêr girtin:

BIRYAR Û PÊŞNIYARÊN JI BO RÊVEBERIYA BAŞÛR

Berî her tiştî KNK, Daxwaziyê li desthilatdarîya Başûr dike ku di warê qanûn, destûra bingehîn û babetên di nava Herêma Kurdistanê de, serwerîya yasayê pêk bîne û daxwazên Xelkê bêyî qeyd û şert bi cih bîne. 

KNK, wan reftarên derveyî qanûnê qebûl nake û hewla xwe ji bo çareserîyê îlan dike. Em bang li alîyên beşdar ên di Parlemana Herêmê de dikin ku şeriyeta Parlemanê nexin cihê nîqaşê. Em Parlemanê wek nûneriya gel dizanin û ew der cihê afirandina çareseriyê ye. Her weha em rêgirtina Serokê Parlemanê kareke neheq û bêhuqûqî dibînin.

KNK daxwaziyê ji partî û aliyên siyasî û pisporên welatparêzên Başûrê Kurdistanê dike ku pirsa destûra bigehîn û serokatiya herêmê bi giyaneke neteweyî û demokratîk bê çêkirin û di bin sîwana destûrê de hemû pirsgirêk bên çareserkirin.

Pirsên siyasî tevlî hêzên ewleyî, asayiş û bi taybetî hêza pêşmergeyê nabin. Em bi tundî li dijî çekdarkirina wan pêşmergeyên ku li ser hizra siyasi ji çeperên bergirîyê hatine derxistin, in. 

Ji bo çareseriya rewşa li Başûr, Konseya Rêveber biryar da ku heyetekê bişîne û bi alîyên siyasî û rêxistinên sivîl re ji bo çareserîyê danûstandinan pêk bîne. KNK amade ye ku li Başûrê Kurdistanê bi her bihayî bi hêz û şiyanên xwe ji bo vegerîna serweriya yasayê û çêkirina sîstemeke demokratîk û dadperwer hewl bide. 

DAXWAZ Û PÊŞNIYARÊN JI BO RAYA GIŞTÎ YA NAVXWEYÎ Û CÎHANÊ

KNK girîng dibîne ku van daxwaz, tewsiye û balkêşiyan bide bîr û raya navxweyî, navçeyê û cîhanê:

Kurdistaniyên li Rojavayê Kurdistanê, rêvebirî û îdareya welat hilgirtine bin destê xwe û di nav gelek bêimkanîyan de şerê man û nemanê dikin. Ji milekê ve êrişên rejîma Şamê, li milekê şerê DAIŞ'ê û şer û têkvedanên Dewleta Tirkîyeyê û hevalbendên wê, jîyana xelkê teng û dijwar kirîye. Divê hemû Kurdistanî ji bo parastina Rojava seferber bibin û her weha bi awayekî gelek aktîv destekê bidin kampanyaya temînkirina hewceyîyên jîyanê, ji bo xelkê me yê Rojava û ji bo avakirina asewarên şer bi taybetî li Kobanê.

Desthilatdariya Başûrê Kurdistanê divê dergehên hatûçûna Rojavayê vekirî bihêle û ji hemû alîyan ve hevkarîya Rojavayê bike.

Em piştgîriya lihevhatina Rêveberiya Rojava û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê dikin û her weha ji bo destek û pirçekkirina hêza leşkerî ya Rojava gaveke erênî û serkeftî dibînin.

Em lihevhatina binavê Hêzên Demokratîk ên Suriyê yên ji aliyê 13 hêzên çekdar ve hatine îlankirin, silav dikin û piştgirîya wan dikin. 

Em wek KNK, xwendina bi zimanê Kurdî û zimanên din ên zikmakî li dibistanên Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin û bi heman germîyê vekirina zaningeha Efrînê jî pîroz dikin.

Kurdistaniyên Rojavayê divê biçûk û mezin hemû xwe bikin yêk û bi giyaneke neteweperwerî û welatperwerî axa xwe li dijî neyaran biparêzin û dest bi dest welatê xwe ava bikin.

Dinyaya demokratîk û humanîter divê hevkariyeke mezin di gel Rojavayê Kurdistanê û bi giştî doza Kurdistanê bike, da ku aştî û aramî bê Rojhilata Navîn.

Rejîma Îranê hêj jî şiddet û îdaman li ser têkoşerên Kurdistanê didomîne û divê dawîyê li vê reftara xwe bîne. Rejima Îranê ji bo aramî û aştîya nav xwe divê di gel Kurdistanîyan pêk bê û mafên wan bipejirîne bike. Divê hikûmeta Iranê bizane kû bi şer nikare pirsgirêka Kurdî ji holê rake û bi siyaseta tûnd û tîjî nikare Gelê Kurd bê deng bike.

Kurdistaniyên Rojhilatê divê di nav xwe de bibin yêk û têkoşîna xwe li ser esasê tifaqa navxweyî bilind bikin ku bigihêjin encamê.

Li ser gelê me yê Êzidî di 3´yê Tebaxa 2014´an de, li Şengalê komkujiyeke mezin pêk hat. Ev tenê ne komkujî ye, ev ferman e, ev jenosid e. Em roja 3´yê Tebaxê weke Roja Reş bi nav dikin û em ê vê rojê weke Roja Jenosida Êzidiyan bi bîr bînin û em ê hewl bidin ku di qada navneteweyî de jî, bê pejirandin.

KNK, di salên 1980´î de karesat û qetlîamên ji aliyê Rejîma Baas´ê ve li ser Gelê me yê Feylî pêk hatin, weke jenosîd dibîne û ji bo ev jenosîd di qada navneteweyî de jî bê qebûlkirin, hewl dide. Ji bo vê yekê pîlan dike ku di nava sala 2016´an de, li ser vê mijarê, li Parlemena Ewropayê konferanseke navnetweyî bê lidarxistin.

KNK, ferq û cudahiya li ser xelkê me yê Mesîhî, Elewî, Şîe, Êzidî, Yarsan, Kakeyî, Ehlî Heq, Şebek û Sabî tête kirin qebûl nake û daxwaz dike ku piştevanîya xelkê me yê Mesîhî, Elewî, Şîe, Êzidî, Yarsan, Kakeyî, Ehlî Heq, Şebek û Sabî bi xurtî bête kirin.

KNK, êrişên li ser xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî qebûl nake û di sala 100. ya jenosida 1915 an da, carek din piştevanîya xwe ya digel xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî beyan dike. Xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî xelkên kevnare yên vê herêmêne û divê heyîna van gelan li ser axê, bi hemî rengî bê parastin.

PARVEKIRINA KAR

Konseya Rêveber a KNK´ê di nav xwe de kar par ve kirin. Li goreyî vê;

Cihgirên hevserokên KNK´ê, Komisyona Karê Derve, Komisyona Ziman û Perwerdeyê, Komisyona Jinan, Komisyona Xweza û Jîngehê û Komîteya Ragihandinê, Komîteya Darayî û Komîteya Mafê Mirovan, bi vî rengî hatin erk dayin. 

Cihgirên hevserokên KNK´ê:        Şehla Hefîd – Tahîr Kemalîzade
Serokê Komisyona Karê Derve:        Adem Uzun
Serokê Komisyona Ziman û Çandê:     Behzad Pîrmûsa
Seroka Komisyona Jinan:         Perwîn Ezîz Seîd
Seroka Komisyona Xweza û Jîngehê:    Zeyneb Morad Feylî
Serokê Komîteya Ragihandinê:         Refîq Xefûr
Serokê Komîteya Darayî :        Zubeyir Aydar
Serokê Komîteya Mafê Mirov:        Yilmaz Gunay"