Kongreya 2. a NAV-DEM'ê destpê kir

Kongreya 2. a NAV-DEM'ê li bajarê Elmanya Dortmûndê tê lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ji hemû bajarên Elmanyayê destpê kir.

Kongreya 2. a NAV-DEM'ê li bajarê Elmanya Dortmûndê tê lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ji hemû bajarên Elmanyayê destpê kir.

Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşa Kurdistan û cîhanê destpê kir, bi hilbijartina dîwanê dewam kir.

Di kongreyê de nûnerên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ), Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE), Ciwanên Azad, YXK, Saziya Malbatên Şehîdan, Saziya Gaziyan, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê (MADE) û Hevserokên KCD-E Dilşa Osman û Mûrat Ceylan amade ne.

Li salona kongreyê ku zêdeyî 500 delege û Kurdistanî lê amade ne, pankartên bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu", "Em azadiya Girê Spî û serketina HDP'ê silav dikin", wêneyên Rêberê Gelê KUrd Abdullah Ocalan, şoreşgera enternasyonalîst şervana MLKP'ê Îvana Hoffmann a di parastina Rojava de jiyana xwe ji dest da, hat daliqandin.

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokên NAV-DEM'ê Yuksel Koç û Dîlek Satilmiş ve hat kirin. Hevserokan di axaftina xwe de ev xal destnîşan kirin: "Paradîgmaya Neteweya Demokratîk îro li Rojhilata Navîn û Rojava bûye sîstemeke mînakdar. Li wê derê hemû gelan di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de xwe bi rêxistin kirine û ji gelek gelan re bûne mînak. Ev paradîgmaya azadîparêz bi nêrîn û tevkariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatiye. Eger îro li Rojava gelê me xwe bi xwe bi rêve dibe, ev bi saya paradîgmaya azadîparêz a Serok Apo ye. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Serok Apo nayê qebûlkirin. Bi vê helwesta xwe re hikûmeta AKP'ê pêvajoyê sabote dike. Azadiya serok Apo tê wateya azadiya gelê me."

Hevseroka KCD-E Dilşa Osman jî da xuyakirin ku ew di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibin û anî ziman ku ne tenê li parçeyekî Kurdistanê li her çar parçeyan qewimînên girîng hene. Osman diyar kir ku di demeke nîqaş li ser jiyaneke azad û avakirina jiyana demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin de lidarketina ve kongreyê girîng û watedar e û got, "Ji bo avakirina jiyana nû divê em hewldanên xwe zêde bikin û êdî xwe bigihînin encamekê. Hêvîdarim ev kongre wê tevkariyê li pêvajoya avakirinê bike."

Kongre bi nirxandina rewşa siyasî ya li Kurdistanê û cîhanê dewam dike. Di kongreyê de wê ji Partiya Çep a Elmanyayê û Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Andrej Hûnko jî biaxive.