KONGRA GEL: Di cejnê de em xwedî li şehîdgehan derkevin
Hevserokatiya KONGRA GEL bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir. Di peyamê de bang li gel hat kirin ku şehîdgehan ziyaret bike.
Hevserokatiya KONGRA GEL bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir. Di peyamê de bang li gel hat kirin ku şehîdgehan ziyaret bike.
KONGRA GEL, bi hêviya ku ji aştî û edaletê re bibe wesîle Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir û got, "Cejna ku pêwîste di nava aştî û aramiyê de were pêşwazîkirin, mixabin ji ber şerê topyekÛn ê dewleta Tirk li hemberî gelê me dimeşîne, di nava mercên şer de tê pêşwazîkirin."
'WÊ NIKARIBIN XWE JI DAYÎNA HESABÊ ZILMÊ RIZGAR BIKIN'
Di peyamê de hat gotin; "Recep Tayyîp Erdogan (RTE) ê bi tecrîda li ser Rêber Apo, şerê topyekûn ê li hemberî gelê me û bi redkirina çareseriya pirsgirêka Kurd re dixwaze desthilatdariyeke nû ya Osmanî ava bike, ji êşên giran ên gelên me di vê cejna pîroz de dikişîne, yekser berpirsyar e. RTE ku bi qasî dest dirêjî goristanên şehîdên me bike heqaretê li nirxên pîroz ên gelê me dike, wê nikare ji hêrsa gelê me û nifirên dayikên şehîdan rizgar bibe. Li pêşberî têkoşîna mafdar a gelê me ku li dijî Dehak û Nemrûdên roja îro têkoşîna mezin a mirovahiyê tê meşandin, zalim wê nikaribin xwe ji hesabdayîna zilma kirine, rizgar bikin.
'PÊWÎSTE GELÊ ME XWEDÎ LI ŞEHÎDÊN XWE DERKEVE'
Girîng e gelê me di rojên cejnê yên pîroz de piştgiriya nava xwe xurt bike. Di serî de bajarên me yên xwerêveberî lê hatine ragihandin, pêwîste gelê me di vê cejnê de bi taybetî şehîdgehên me ziyaret bike û xwedî li wan derkeve. Di meşa azadiyê ya zor û zehmet de, yên ku bi hêza xwe ya manewî em gihandine van rojan, ew şehîdên me ne. Gelê me wê bersiva pêwîst bide xafîlên vê rastiyê fêm nakin.
Di vê cejnê de, ji aliyekî ve ji ber berxwedana bi heybet a gelê me ku bi îlana xwerêveberiyê re bajarên xwe diparêze em coşeke mezin dijîn, li aliyê din jî ji ber êrîşên li dijî pîrozmendiyên me li dijî şehîdgehên me, em gelekî bi hêrs in.
Dermanê hêrsê têkoşîn e. Rêya têkoşînê yekîtî ye. Li ser bingeha manewî ya cejna qurbanê afirandiye, divê yekîtiya civakî û neteweyî ya gelê me were xurtkirin. Li gorî wezîfe û berpirsyariya pitika 35 rojî, dayika 75 salî û ciwanên me yên di temenê zarokatiyê de hatin qetilkirin dane ser milê me, divê em vîna xwe ya siyasî li ser bingeha berfirehkirina xwerêveberiyan xurt bikin û bi vî rengî bersivê bidin pêvajoyê.
'EM DI BERBANGA AZADIYÊ DE NE'
Em di berbanga azadiyê de ne. Gelê me ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Pêvajoya em tê de ne, pêvajoyeke awarte ye. Şert û merc afirîne ku em dawî li zilma dewleta Tirk a li Rêberê me û gelê me dike, bînin. Em di pêvajoyeke welê de ye ku bi pêngaveke şoreşgerî dikarin serketinê bi dest bixin. Ji ber van hemûyan, girîng e gelê me li gorî karaktera dema em tê de ne, bi xurtî beşdarî pêvajoyê bibe.
Em careke din Cejna Qurbanê li gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pîroz dikin û hêvîdar in ku ev cejn bibe wesîleya aştiya neteweyî û civakî."