KONGRA GEL: 15'ê Tebaxê li gelê me û tevahiya mirovahiyê pîroz be
KONGRA GEL Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û destnîşan kir ku gel wê gav bi gav çareseriya xwe bi cih bîne.
KONGRA GEL Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û destnîşan kir ku gel wê gav bi gav çareseriya xwe bi cih bîne.
Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya salvegera 31. a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Cejna Berxwedan û Vejînê 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li malbatên şehîdan, hêzên gerîla yên li çar parçeyên Kurdistanê garantiya jiyana azad e û gelê me yê leheng pîroz be. Di kesayetiya fermandarê mezin hevrê Egîd de em hemû şehîdên xwe bi vê wesîleyê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soza bi cih anîna xewn û xeyalên wan, dubare dikin."
'JI ERDOGAN NAYÊ TÊKOŞÎNA ME ASTENG BIKE'
Di daxuyaniyê de ji bo Pêngava 15'ê Tebaxê "Mîlada Kurdê Azad" hat gotin û ev xal hat destnîşankirin:
"Fîşeka destpêkê ya hat teqandin, tirs û bêbextiya Kurdê kole têk bir. Ruhê serketinê yê 15'ê Tebaxê ku bi dayîna berdêlên mezin hat afirandin, li ser bingeha yekîtiya xwe dispêre baweriya ji xwe, daxwaz û vîna serketinê da gelên Kurdistanê. Li ser vê bingehê li çar parçeyên Kurdistanê şoreşeke mezin a civakî û çandî afirand. Gelê me yê bi tinebûnê re rû bi rû bû, li ser bingeha berxwedan û vejînê, ji nû ve li jiyanê vegerand. Ev têkoşîna me ya azadiyê di roja îro de li ser bingeha paradîgmaya Rêbertiyê ya xwe dispêre demokrasî, ekolojî û azadiya jinê, bi hişmendiya neteweya demokratîk jiyana azad ava dike û çareseriya xwe dixe meriyetê. Modela jiyana demokratîk û azad a ku yekane alternatîfa rizgariyê ya gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, pêşkêş dike.
Lê belê Serokkomar Erdogan ê ku modela jiyana azad û demokratîk a gelên me li pêşiya sîstema xwe ya sûltaniyê xetere dibîne, maseya çareseriyê û Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir û bi vî rengî ji bo meşandina desthilatdariya xwe li ser gelên me şer ferz kir. Ruhê serketinê yê 15'ê Tebaxê ku di şert û mercên herî zehmet de jî vîna xwe neşikiya û pêşî li bilindbûna wê nehat girtin, bi taybetî jî têkoşîna gerîla ya efsanewî ku li hemberî DAIŞ'ê nîşan da, li Rojhilata Navîn û cîhanê bi heybetî bilind bû. Bi polîtîkayên nîjadperestî û faşîzan ên Erdogan re ne pêkane ku ev bilindbûn bê astengkirin.
Li hemberî şerê topyekûn ê ku Erdogan û hikûmeta AKP'ê li dijî Rêberê me, tevgera me, gelê me û erdnîgariya me dimeşîne, divê bi berxwedaneke topyekûn bersiv were dayîn. Naxwe komkujiyên bi awayekî vekirî li dijî gelê me tê kirin, wê zêde û belav bibin. Erdogan dixwaze tola hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji gelê Kurd hilîne. Li her deverê bi awayekî bê perwa êrîşî gelê me dikin."
'EM BIRYARÊN XWERÊVEBERÎ Û XWEPARASTINÊ YÊN GELÊ XWE SILAV DIKIN'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî polîtîkayên Erdogan û AKP'ê, xweparastina gel mecbûriyeteke dîrokî ye û hat gotin, "Ji ber vê yekê li her devera gelê me lê dijî, wergirtina biryarên xwerêveberî û xweparastinê yên meclısên civaka demokratîk, gelekî girîng in. Em biryarên meclîsên gel ên xwerêveberî û xweparastinê yên li Silopiya, Nisêbîn, Gever, Cizîr, Hezex, Şirnex, Gimgim, Kop, Artemêtan, Îpekyolû, Sûr, Colemêrg û wê gav bi gav li cihên din jî belav bibin, ji dil silav dikin."
'GELÊ ME WÊ ÇARESERIYA XWE GAV BI GAV BI CIH BÎNE'
Hevserokatiya KONGRA GEL got, "Di asta heyî de li dijî polîtîkayên qetlîamker ên dewleta faşîst a AKP'ê, bi hişmendiya neteweya demokratîk em dikarin bi pêngaveke nû ya 15'ê TebaxAê ya xwe dispêre xwerêveberiya demokratîk, şerê topyekûn ê li ser gelê me tê ferzkirin pûç bikin, dewletê neçar bihêlin ku bi Rêber Apo re çareseriyê biafirîne" û ev nirxandin kir:
"Dewleta Tirk ya wê li ser vê bingehê di çarçoveya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destnîşankirin de berê xwe bide çareseriyeke demokratîk, yan jî wê gelê me gav bi gav çareseriyê xwe bi cih bîne. Divê gelê me li ser vê bingehê di salvegera 32. a Pêngava 15'ê Tebaxê de têkoşînê bilind bike. Di rewşa heyî de bi pûçkirina şerê topyekûn ê Erdogan re Tirkiye wê bikeve nava pêvajoyeke rasteqîn a aştî û çareseriyê. Di vê çarçoveyê de em bang li tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku berxwedana hevpar a ji bo demokrasî û aştiyê mezin bikin, em hîn bêhtir nêzî azadiyê ne, di vê pêvajoya fînalê de em ji gelên xwe, hevrêyên xwe û dostên xwe yên berxwedêr re serketinê dixwazin."