Konferansa MERI dewam dike

Konferansa bi pêşengiya MERI li Hewlêrê destpê kir, bi beşdariyên nû dewam dike.

Di rûniştina beriya nîvro ya Konferansa Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn (MERI) de, wê Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbat Talabanî, Sefîrê Bilind ê DYA yê li Iraqe Styorat Conz, Beradevkê Asayîşê yê Serokkomarê Iraqê El Waîlî û endamê Estîtuya Lêkolînên Wahsînton (Navenda stratejî û serketinê ya di şerê li dijî DAIŞ'ê de) Davîd Polak, wê rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn binirxînin.

WÊ PÊŞEROJA IRAQÊ BÊ NIRXANDIN

Li aliyê din, di rûniştina konferansê ya piştî danê nîvro de wê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Dr. Berhem Salih, Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Ciborî û Serokê Meclîsa Bilind a Îslamê ya Iraqê Emar Hekîm wê di panelekê de amade bin. Di panelê de wê mijarê 'pêşeroja Iraqê, demokrasî, qanûn û reform' werin nirxandin.

WÊ HETA 5'Ê MIJARÊ BIDOME

Konferansa MERI li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê di 3'ê Mijdarê de destpê kiribû. Konferans wê heta 5'ê Mijdarê dewam bike. Di konferansê de duh Serokkomarê Iraqê Fûad Mesûm jî amade bû.